DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Dayika Kulter: Lêgerîna me ya windayan dê bidome

 
8 Cotmeh
15:24 2016

AMED (DÎHA) – Dayika Hurşît Kulter Kerîme Kulter anî ziman ku dema pê hisiya ku kurê wê saxe ji kêfan giriya û wiha got: "Kurê min hat dîtin, lê bi hezaran winda hene. Dê lêgerîna me ya ji bo windayan bidome. "

Rêveberê Partîya Heremên Demokratîk (DBP) a Şirnexê Hurşît Kulter, di 27'ê Gulanê de hat binçavkirin û piştî 134 roj şûnde agahî hat girtin ku li Kerkukê ye. Kulter çîroka xwe ya binçavan û rizgariya xwe li Kerkukê bi daxuyaniyê ji raya giştî re aşkere kir. Piştî Akûbeda Hurşît diyar bû dayika Hurşît Kerîme Kulter û Birayên Kulter, Cîhat û Kamîl Kulter ji ajansa me re axivîn. Kulter anî ziman ku bi agahgirtinê pir kêfxweş bune lê kêfxweşiya mezin dê dema hemû wenda bên dîtin bijîn.

‘Ger ku bertekên gel tunebûna dê kurê min înfaz kiribûna'

Dayika Hurşît Kerîme Kulter anî ziman ku dema agahî ji kurê xwe girtiye ji kêfan dikira bêhiş biketa û wiha axivî: “Ne ji sazî û gelan ba dê kurê min winda kiribûna. Hemû sazî û gelan ji bo rewşa kurê min gelekî ked dan. Xwesteka min yek e û ez dixwazim ku hemû dayik bigihêjin zarokên xwe.”

‘Ezê êşa dayika parve bikim'

Kerîme Kulter, da zanîn ku heta hemû wenda bên dîtin ew ê li paş doz û rewşa windahiyan be û wiha got: “Tu cudabuna kurê min ji yên din nîn e. Dayikan bi giştî ji bo kurê min gelekî êş kişandin. Ez jî dê êşa dayikan parve bikim û lêgerîna ji bo windayan bidomînim."

‘Kengî me hemû winda dîtin em dê nû kêfxweş bibin'

Kulter gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Ez hêvî dikim ku emê rojekê hemû wendahiyan bibinin û em ê tu caran ji paş lêgerîna wan venegerin. Her çiqas kurê min hat dîtin jî dilê min ne aram e. Dema ku me hemû wendahî dîtin wê demê em ê kêfxweşiya mezin bikin. Ez deyndarê hemû kesên ku li akîbeta kurê min pirsin im.

'Her weke ku em nü ve ji dayîk bibin'

Birayê Kulter, Cîhat Kulter keyfxweşiya xwe anî ziman û got: "Wekî ku em ji nu ve ji dayîk bûne. Armanca me tenê ew bû em agahiyekê ji birayê xwe bigirin. Lê ji ber ku li Şirnexê qedexeya derketina kolanan hebû me tu agahî ji birayê xwe nedigirt. Vê jî em dixist nava fikaran. Lê em niha pir keyfxweşin ku birayê me dijî."

Kulter xwedîderketina Dayîkên Şemiyê ya ji bo Kurşît bibîr xist û wiha berdewam kir: "Di serî de ji ber keda wan a mezin em weke malbata Kulter sipasî û silavên xwe ji Dayîkên Şemîyê û tevahî gelê ku me bi tenê ne hiştine û li birayê me xwedî derketine re dişînin."

'Birayê me bi saya têkoşîna gel û Dayîkên Şemiyê rizgar bû'

Birayê Kulter, Kamil Kulter jî got ku têkoşîna gel û dayîkan birayê wî rizgar kir wiha axivî: "Ji ber ku li Şirnexê rewşek ya şer hebû em pir bi fikar bûn. Lê piştî me bihîst rewşa birayê me baş e di nava malbatê de bû sedemê surprîz û keyfxweşiyekê pir mezin. Di vê pêvajoyê de herî zêde Dayîkên Şemiyê li birayê me xwedî derketin û bi saya têkoşîna civak û dayîkên şemiyê niha birayê me jiyan dike. Ji ber vê çendê em minetdarê wan in û em hêvî dikin ku hemû dayîk di demek nêzde bihijin zarokên xwe yên winda."

(kom/mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN