DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Alîkariya ji bo Geverê didome

 
8 Cotmeh
15:07 2016

WAN (DÎHA) - Alîkarî û piştevaniya ji bo Geverê didome. Komeleya Rojava îro bi tiran prîketa şandin Geverê.

Komeleya Rojava ji bo alîkarî û piştevaniya gelê Geverê xebatên alîkariyê berdewam dike. Komela Rojava ji bo avakirina Geverê amûrên înşatê komkirin şandin Geverê. Rêveberê Komelya Rojava Ahmet Entellî tekildarî xebatan wiha got: "Ji 23'ê îlonê heya îro bi tevahî hezar torbe çîmente hatiye şandin. 24 hezar pirîket, 695 tebeqe saç ji bo serbanê xaniyan hatine şandin. Em bi komîsyonê re di nava têkîliyê dene. Bi piştevaniya karmend û gelê me alîkarî didome. Pêwîste hemû gel destê xwe bavêje vê alîkariyê. Divê hemû gelê me hestiyar nêzî alîkariyê bibe û gelê Geverê bi tenê nehêle.

(era/mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN