DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Ligel êrîşan jî vexwendin ber Gara Enqereyê

 
8 Cotmeh
14:32 2016

ENQERE (DÎHA) - Endamên Halkeviyê yên ku li ber Teşkîlata AKP'ê ya li Enqereyê rastî êrîşa polîsan hatibûn û hatibûn binçavkirin diyar kirin ku ew ê qadan neterikînin. Endaman bang li her kesî kirin ku ji bo bertekên xwe bînin ziman di salvegera qetlîama Enqereyê de li ber Gara Enqereyê bên gel hev.

Endam û rêveberên Halkeviyê yên ku bi bûneya salvegera qetlîama Enqereyê xwestin li ber avahiya Teşkîlata AKP'ê ya li Enqereyê daxuyaniyekê bidin çapemeniyê rastî êrîşa polîsan hatibûn û gelek kes hatibûn binçavkirin. Ligel êrîşa polîsan jî endamên Halkevlerî diyar kirin ku ew ê qadan neterikînin û li kolanên Konur û Yukselê belavok belav kirin.

Enamên Halkeviyê, ligel Midûryeta Polîsan a Enqereyê çalakî û bîranînên ku wan ji bo bîranîna qetlîamê amade kirine qedexe kirine jî bang li her kesî kirin ku ji bo kesên aştî xwestin û hatin qetilkirin li ber Gara Enqereyê bên gel hev.

Endamên Halkevleriyê yên ku belavok belav kirin ji aliyê polîsan ve gefa 'em ê we binçav bikin' li wan hat xwarin.

(mb)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN