Leyla Guven: Polîsan bi zanebûn gel gulebaran kir
NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven diyar kir ku polîsan li Geverê bi zanebûn gel gulebaran kirine û 4 welatî qetilkirine.
Derbarê bûyera Geverê ku di encama gulebaran polîsan de 4 welatiyan jiyana xwe ji dest da û 2 kes birîndar bûn de ji ANF'ê re axivî. Guven da zanîn ku waliyê Colemêrgê qebûl kir ku polîsên tirk bi wesayîta zirxî gule li gel reşandine û wiha got: "Tevahî bi derbên kuştinê hatin gulebarankirn. Gule li serê wan ketine. Şahidên bûyerê jî wisa dibêjin. Walî, ji Parlamentera Colemêrgê Selma Irmak re got ku 'polîs hatiye binçavkirin.' Li gorî Walî polîs binçavkirî ye. Li vir polîsan bi zanebûn û bi xwestek mirov qetilkirin."
Guven diyar kir ku dema li rêxistina navçeyê bûn li ser dengê çekan derketine derve û wiha pêde çû: "Şahidên bûyerê gotin ku wesayîta zirxî gel gulebaran kiriye. Her wiha gotin ku tu nîqaş an jî şer neqewimîne."
(mb)