Ji wesayît zirxî êrîş kirin: 4 kes mirin, 2 kes birîndar bûn
COLEMÊRG (DÎHA) - Li navenda sûka Geverê di encama êrîşa wesayîta zirxî ya polîsan de 4 kes hatin qetilkirin. Hevserokê berê yê HDP'ê yê navçeyê piştî bûyerê li Midûrê Polîsan a navçeyê geriya û diyar kir ku midûr ji wî re gotiye; "çeka wesayîta me ya zirxî xetimiye."
Piştî dengê çekan ji naveda Sûka Amed a li navçeya Geverê ya Colemêrgê bilind bûn, hinek detayên bûyerê derketin holê. Li gorî agahiyên hatine bi destxistin piştî gengeşiya li sûkê polîsên ku bi wesayîtî zirxî hatin cihê bûyerê welatiyên derdor gulebaran kir.
Di encama gulabaranê de welatiyên bi navê Aydin Tumen, Serhat Buldan, Rahmî Sefali û Nejdet Îşyozu hatin qetilkirin û welatiyên bi navê Şemsettîn Çakmakçi û Memet Alî Kaya jî birîndar bûn.
Kesên birîndatr piştî bûyerê bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Navçeyê. Cenazeyên kesên ku jiyana xwe ji dest dane jî rakirin morga nexweşxaneyê. Derdora nexwseşxaneyê û cihê bûyerê ji aliyê polîsan ve hat dorpêç kirin û destûr nayê dayîn ku kesek nêzî nexweşxaneyê û cihê bûyerê jî bibin. Kesên ku xwestin bi telefona xwe bûyerê bikişînin jî hatin binçavkirin.
Bûyera ku derbarê wê de daxuyanî ne hatiye dayîn, Hevserokê berê yê HDP'a navçeyê Fîkret Turgut li Midûrê Polîsan ê navçeyê geriya diyar kir ku midûr ji wî re gotiye;"çeka wesayîta me ya zirxî xetimiye."
Derbarê bûyerê de Wekîla HDP'ê Selma Irmak bi Waliyê Colemêrgê Cuneyît Orhan Toprak re bi telefonê hevdîtin pêk anî û diyar kir walî Toprak ji wan re gotiye "Polîsê ku ji wesayîta zirxî êrîş kiriye hatiye binçavkirin û derbarê bûyerê de lêpirsîn dane destpêkirin."
(mb)