DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Şahidên qetlîama Enqereyê: Ger em dijîn em deyndarin

 
8 Cotmeh
13:09 2016

KOCAELÎ (DÎHA) - Pirtûka ku ji bo qetlîama Enqereyê neyê ji bîrkirin a bi navê "Ger em dijîn em deyndarin" hat nasandin. Kesên ku pirtûk amade kirine diyar kirin ku wan di vê pirtûkê de hevalên xwe spartine rojê.

Hêzên kedkar û demokrasiyê dema xwestin bi daxwaza aştiyê di 10'ê Cotmehê de li Enqereyê "Mîtînga Aştiyê" pêk bînin rastî êrîşa DAIŞ'ê hatibûn. Kesên ku ji êrîşê bi saxî rizgarbûn pirtûka bi navê "Ger em dijîn em deyndarin" amade kirin û bi panela li avahiya Egîtîm Sena Kocaeliyê pirtûk dan nsandin. Panale piştî ji bo kesên di qetlîamê de jiyana xwe ji dest dan rêz hat girtin destpê kir.

Yek ji edîtorên pirtûkê Îlhamî Şahbaz, diyar kir ku pirtûk di dîroka Tirkiyeyê de dê şahidiyê ji gelek tiştan re bike. Akademîsyen Yucel Demîr jî wiha got: "Bi vê pirtûkê ji bo em hevalên xwe bispêrin rojê me gavek biçûk avêt."

Yek ji rêvebirên Egîtîm Sena Kocaeliyê Metîn Temel, anî ziman ku mîtînga 10'ê Cotmehê mîtîngekî normal nebû û wiha pêde çû: "Ji dema ku em derketin rê tiştekî ku ne di rêde diçû hebû. Li derdorê polîs tunebûn û ev jî balkêş bû. Lê me ne dizanî dê bûyerek bi vî rengî were jiyîn."

Nûçegihana Rojnameya Evrenselê ya Kocaeliyê Hasret Kozan ku şahidiya qetlîamê kir da zanîn ku ew ê li hemberî qetlîaman li ber xwe bidin û ew ê têkoşîna xwe ya ji bo aştiyê berdewam bikin. Yek ji şahidên qetlîamê Zuleyha Yetkîn jî wiha axivî: "Ez wê kêliya qetlîamê tu caran ji bîr nakim. Dema ez dikenim ji xwe fedî dikim. Piştî çûyîna hevalê me jiyan pir zehmet bûye.

Rûniştina duyemîn a panalê dê bi tevlîbûna şahidên din berdewam bike.

(mb)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN