DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

Kongreya Hekîmtiya Jin encamnameya xwe aşkere kir

 
8 Cotmeh
13:00 2016

MÊRSÎN (DÎHA) - Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) encamnameya 4'emîn Kongreya Tenduristiya Jin û Hekîmtiya Jin a bi navê "Şer û Jin" bi raya giştî re parve kir. Hekîmên jin, diyar kirin ku di şer de herî zêde bedena jinê dibe hedef û pêwiste bi lezgîn şer bi dawî bibe.

Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB), encamnameya 4'emîn Kongreya Tenduristiya Jin û Hekîmtiya Jin bi raya giştî re parve kir. TTB'ê encamnameya Kongreya bi navê "Şer û Jin" li Parka Zarokên Azad bi daxuyaniyê ji raya giştî re parve kir. Gelek kesên peşdarî panelê bûn û endama Komîteya Navendî ya TTB'ê Selma Gungor amade bûn. Di daxuyaniyê de Selma Gungor, anî ziman ku wan dixwest herî zêde li ser pêvajoya aştiyê rawestin, lê di salek dawî de şerek heye ji ber şerê heyî neçar man ku şerê heyî niqaş bikin. Gurgun, da zanîn ku wan li dijî şer aştî niqaş kiriye û di kongreyê de biryarên gelek watedar girtine.

Rêvebera Odeya Tabiban a Mêrsînê Nilay Etiler jî anî ziman ku pergala kapîtalîst ji bo berjewendiyên xwe şer wekî amûr bikar tîne û jin jî dibin kirdeya şer. Etiler, da zanîn ku di şer de bedena jinê dibe wekî amûra şer û herî zêde bedena jinê rastî tacîz û tecawizê tê.

Etiler, anî ziman ku li vî welatî sînor cudakarî, metîngerî û wêdekirinê pêş dixin û Hekîmên jin ji bo mirovên ji şer direvin sînorê dil û hişê xwe ji holê radikin. etilen, da zanîn ku ji bo penaber û koçberan bêtir bi biryarin ku dil, hiş û hembêza xwe ji wan re vekin.

Etîlen xalên Encamnameya kongreyê wiha got:

* Ger ku şer bi dawî bibe dê hemû ziman, nijad, millet, ol, bawerî, çand karibin bi hevre bijîn. Em jin bi her awayî li dijî şer in.

* Em jinên hekîm li dijî hemû gotinên militarist û şer in.

* Em qebûl nakin ku penaber û koçber rastî cudahî û neheqiyan bên. Divê ji mafê hemû mirovan re li gorî pîvanên navneteweyî hurmet bê nîşandan.

* Divê zewacên bin temenê 18 salî li gorî pivanên gerdûnî bê destgirtin.

* Divê Tirkiye protokola Stenbolê esas bigire û jin û zarokên ku ji şer zerar dîtine ji şer biparêze.

* Divê hemû xizmetên tenduristiyê ji pir zimanî, çand û nasnameyên cuda re xizmetê bike.

* Divê hemû alî ji bo şerê li Sûriyê bi dawî bibe bi lezgîn gavan bavêjin.

* Ji bo çareseriya pirsgirêkên li welatên me em dixwazin bi lezgîn çek bêdeng bibin û em di daxwaza xwe ya aştiyê de israr dikin."

Piştî daxuyaniyê jinên hekîm silogana "Ji şer re na, aştî hema niha" berz kirin û derbasî panela dawî ya kongreyê bûn.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN