Rejîma Îranê li Bûkanê 40 welatî binçavkirin
NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Li gor rapora navenda Parêzerên Mafê Mirov a Rojhilatê Kurdistanê, hêzên pasdarên rejîma Îranê li bajarê Bûkan 40 welatî binçav kirin. Navendê anî ziman ku kesên hatin binçavkirin rastî lêdanê hatine.
Navenda Parêzerên Mafê Mirov li Rojhilatê Kurdistanê raporeka binpêkirina mafan aşkere kir. Navendê diyar kir ku di 6’ê Cotmehê de hêzên pasdarên rejîma Îranê bi ser gelek mal û navendên li bajarê Bûkan a Rojhilatê Kurdistanê de girtin û 40 kesên sivîl binçav kirin. Navendê da zanîn ku hêzên rejîma Îranê di binçavkirina welatiyan de, ew derb kirine, heqaret li wan kiriye û piştre birine cihekî ku nayê zanîn. Hêj nasnameya 40 kesên hatine binçavkirin nayê zanîn. Navendê da zanîn ku di nava yên hatine binçavkirin de ciwan û zarok jî hene. Der barê sedema binçavkirina van kesan de heya niha tiştek nehatiye eşkerekirin û têkildarî çarenûsa wan tu agahiyek nehatiye girtin.
(mae)