Li avahiya metrukê 2 rojan hat îşkencekirin
YASÎN KOBULAN
BÎTLÎS (DÎHA) - Nûçegihanê Rojnameya Azadiya Welat Adnan Kumek diyar kir ku ew li Bedlîsê ji aliyê polîsan ve hatiye binçavkirin, birine avahiyek metrukê û du rojan rastî îşkenceyê hatiye. Kumek, bi lêv kir ku polîsan karta wî ya çapemeniyê helandine ser lingên wî.
Bi OHAL a ku 3 meh demê wê hat dirêjkirin re êrîşên îktîdarê yên li hemberî aliyên muxalif zêde bûne û êrîşên wan her roj bi mînakek balkêş derdikeve holê. Ligel îşkenceya ku li navendên binçavkirinê tên kirin, welatî dema tên binçavkirin bi rê û rêbazên ku di salên 90'î de dihatin bikaranîn re rû bi rû dimînin. Yek ji mînakên wê yên dawî vegotinên Nûçegihanê Rojnameya Azadiya Welat Adnan Kumek e ku 2 rojan rastî îşkenceya polîsan hatiye ye.
Nûçegihanê rojnamê Adnan Kumek dema ku di 27'ê Îlonê de ji Bedlîsê di çû Sêrtê wesayîta wî li ser rêya Buzlupinar a girêdayî Havelê ji aliyê polîsan ve tê rawestandin û ji aliyê polîsên ku kontrola GBT'ê dikirin dema karta rojnamegeriyê li ser dîtin ve hat binçavkirin.
Kumek, ku dihizirî dê wî bibin qereqolê tiştên ku jiyane bi van gotinan vegot: "Bi wesayîta polîsan a ku ez lê siwar kirim em ber bi Bedlîsê ve ketin rê. Di rê de cêr û hekaret li min kirin û min dihizirî dê min bibin qereqolê. Lê ez birim avahiyek metruk a ku li berveyî navenda Bedlîsê ye. Di du rojên ku ez li vir hatim rawestandin de rastî îşkenceya polîsan hatim. Piştî du rojan ez li derveyî bajar serbest hatim berdan."
Di laşê Kumek de şopên îşkenceya ku mejiyê mirovan ranake tê dîtin.
Kumekê ku ji ber îşkenceya dîtiye lingên wî werimîne da zanîn ku polîsên ku karta wî ya nûçegihaniyê girtin, kart şewitandin û helandin ser lingên wî. Şopên şewitînê yên li ser lingên Kumek îşkenceya ku li wî hatiye kirin radixîne ber çavan.
Kumek, bi lêv kir ku 2 rojan hatiye îşkence kirin û wiha axivî: "Polîsên îşkence li min kirin gotin; 'Tu li vir çi digerî biçe welatê xwe Sêrtê. Li Wanê ne sekine'"
Kurmek, ku ji ber îşkenceya dîtiye tedawiya wî didome anî ziman ku ew ê derbarê polîsên ku îşkence li wî kirine serlêdana sûc bike.
(mb)