OHAL'ê zerar da rençberan
ÎZMÎR (DÎHA) - Li Tirkiye piştî şer dest pê kir û li 81 bajaran OHAL hat îlankirin, çotkar û rençberên herêma Egeyê jî zerar dîtin. Rençberan diyar kirin ku piştî OHAL'ê nikarin berhemê çandiniyên xwe bifiroşin. Li zeviyê bi 900 qurişî li marketan bi 3. 5 tl tê firotin.
Şerê li Tirkiye û îlana OHAL'ê herî zêde bandor li ser esnaf, çotkar û rençberan kir. Li Herêma Îzmir, Aydin, Balikesir, Mugla û bajarên Egeyê komkirina mandalina dest pê kir. Lê piştî îlana OHAL'ê rençberên mandalîna diyar kirin ku şer û OHAL bandora neyînî li ser wan kir û nikarin berhemên xwe bifiroşin. Karkerên baxçeyên mandalîna jî diyar kirin ku ji ber mandalîna nayên firotin bandorê li wan jî dike û neçar dimînin ku bi erzanî bixebitin.
Rençberê mandalîna Zeki Yuzgeç, anî ziman ku sala par zivistanê û îsal şer bandora neyîni lmi wan kir û wiha got. "Sala par berhem kêm bûn, lê gelek buha bû. Îsal mandalîn pir in buha erzan e û wiha got: "Em kîlo bi 90 kuruşî didin. Lê li marketan kîlo bi 3,5 TL tê firotin Ev buhayê em difiroşin lêçûna me dernaxe.
'Şer destûr nade em bixebitin'
Yuzgeç, anî ziman ku qîmeta mandalina pir erzan e û wiha berdewam kir: "Şer û OHAL bandorek neyîni li ser me dike. Ji ber şerê li Tirkiye êdî em nikarin kar bikin.
Keda 15 saetan 50 TL ye
Karkerên li gundê Bozkoy ê navçeya Karaburunê mandalînan kom diki jî gazinc û rexneyên xwe anîn ziman û diyar kirin ku rojê 15 saetan dixebitin lê tenê heqê xwe 50 TL distînin. Karkeran diyar kirin ku keda wan tê xwarin û binpê kirin û sedam vê yekê jî îlana OHAL'ê û şerê lie Tirkiye ye. Karkerê baxçeyê mandalîna Hakan Şenturk, anî ziman ku serê sibê saet di 06.00'an de dest bi kar dikin û heta 18.00-19.00'an nêzî 12-13 saetan dixebitin. Şenturk, da zanîn ku nêzî 15 saatan dixebitin û tenê 50 tele distînin û keda wan tê xwarin
(mae)