DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Pêşbirka xwendina pirtûkên kurdî dest pê kir

 
8 Cotmeh
10:28 2016

SADIYE ESER


STENBOL (DÎHA)
- Navenda Çanda Arzela, ji bo xwendin û nivîsandina kurdî zêde bike, pêşbirka xwendina pirtûkên kurdî da destpêkirin.

Li Stenbolê Navenda Çanda Arzela, ji bo xwendina kurdî zêde bibe pêşbirka xwendina pirtûkên kurdî da destpêkirin. Ji bo pêşbirkê qeydên serîlêdana 1'ê gulanê dest pêkiriye dê 10'ê cotmehê bidome û dê pêşbirk 11'ê Cotmehê dest pê bike. Dê pêşbirk 50 rojan bidome. Navenda Çanda Arzela ji bo vê pêşbirkê ji weşanxaneyan nêzî 400-450 pirtûkên kurdî kom kir û dê ev pirtûk li peşbirkan were belavkirin. Di dawiya 50 rojan de komîsyona ku ava bûye dê li gorî hejmara pirtûk xwendin û fêmkirinê yê yekemîn, duyemîn û sêyemîn hilbijerîn. Ji bo kesa/ê yekemîn bi buhayê hezar û 500 TL pirtûk an jî hezar TL xelat, ji bo yê duyemîn bi buhayê 750 pirtûk an jî 500 TL, ji bo yê seyemîn jî bi bûhayê 500 TL pîrtûk an jî 250 TL bê dayîn.

'Cara yekemîn e pêşbirk tê lidarxistin'

Devrîm Çelîk ê ku di komîsyonê de cih digire armanca destpêkirina pêşbirkê wiha anî ziman: "Ez bawer dikim ku ev cara yekemîn e pêşbîrkeke wiha tê amedekirin. Armanca me ya yekemîn kurdî bê xwendîn, bê nivîsandîn û bê fikrandin e. Ji xwe kesên ku bi kurdî bi xwîne, bi kurdî dinîvîse û bi kurdî difikire. Armanca me ya yekemîn li ser vî esase bû. Me xwest ku kurdî zedetîr bê xwendin." Çelîk anî ziman ku niha li Tirkiye û Kurdîstanê pirtûk xwendin kêm e û wiha berdewam kir: "Ya rastî zimanên din jî li van deran kêm tê xwendin. Her ziman kar di tîne peşiya xwe û vî dide meşandin. Lê ev yek di kurdî de kem e. Me xwest di vir armanceke wiha dînîn pêşiya. Li ser vî esasî me tiştekî wiha da destpêkirin."

'Dê xelat bê dayîn'

Çelîk der barê komîsyona ku ava kirin de jî agahî da û wiha pê de çû: "Komîsyona me ji 12 kesan pêk tê. Ev komîsyon dê pirtûkan bi pêşbirkan re bixwîne û pirtûkan li wan belav bike. Disa derhêqe wan pirtûkên ku tên xwendin we pirsan ji beşdaran bikin û li gorî hejmara pirtûk xwendin û fêmkirinê dê yê yekemîn, duyemîn û seyemîn hilbijêrin." Çelîk diyar kir ku ji bo ên bikevin derece de xelatên wan hene û wiha bang li hemû kesin kir: "Bila hemû heval werin tevlî vê pêşbirkê bibin. Disa daxwaza me ji hemû kesan heye ku kurdî bixwînin, binivîsînin ku kurdî di nav jiyane de bê jiyandin.

'Pêwîstî bi pêşbirkan heye'

Kesên ku hatin Navenda Çanda Arzela û serî li ve pêşbirkên dan gotin ku ev pêşbirk ji bo xwendina kurdî zede bibe girînge û pewîstî bi pêşbirkên wiha hene.

Yê ku bixwazin serî li pêşbirkê bikin divê biçin Navenda Çanda Arzela an jî Formê li ser facebook û twitterê ê hesabê 'PÊŞBIRKA XWENDİNÊ' de dagirin.

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN