DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Pîrê Elewî ji ber 'Bylock' hat girtin

 
8 Cotmeh
10:17 2016

ÎZMÎR (DÎHA) - Pîrê Elewî û xebatkarê şaredariya CHP'ê Hasan Ateş, bi hinceta "Bylock' bikaraniye" û "Endamê cemaata Gulen e" hat girtin.

Pîrê Elewî Hasan Ateş ku bi îdîaya "endamê FETO" ye li mala xw eya li Bucaya Îzmîrê hat binçavkirin duh di saetên şevê de sewqî dadgehê hat kirin. Ateş, bi hinceta "Bylock bikaraniye" ji aliyê dadgehê ve hat girtin. Lê Ateş ku di ÎZSU ya ku di bin banê Şaredariya Mezin a Îzmîrê ya CHP'ê de xebatên xwe dide meşandin de dixebite, di parastina xwe de da zanîn ku Wî-Fî ya xwe ji xwendekaran re vekiriye û Bylock bikarneaniye.

Derbarê mijarê de Parlamenterê CHP'ê yê Îzmîrê Musa Çam daxuyaniyek da. Çam diyar kir ku Ateş ji bo alîkarî bide xwendekaran Wî-Fî ya xwe daye bikaranîn, diyare ku xwendekarên girêdayî FETO ketine sîstemê lê ji bo vê îspat bikin pêwîstiya wan bi dem heye. Çam, anî ziman Ateş Pîrekî Elewî ye, tu têkiliya wî bi FETO tuneye û nîqaş li ser vê jî nayê kirin, ev rewşek şaşe û ew bi hêvîne ku dê paşde gav bê avêtin.

(mb)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN