Li Enqereyê amadekariya êrîşa bombeyî
ENQERE (DÎHA) - Hat diyarkirin ku 2 kesên ku li Enqereyê amadekariya êrîşa bombeyî dikirin ji bo nekevin dest xwe teqandine.
Li gorî îdîayê 2 kesên ku li Enqereyê di nava amadekariyên êrîşa bombeyî de bûn, wesayîta wan li dordora riya Haymanê ji aliyê polîsan ve hat rawestandin. Kesên ku di nav wesayîtê de li ser banga polîsan a "teslîm bibin" ji bo "nekevin destê polîsan" xwe teqandine.
Li gorî agahiyên ji meqamên fermî hatine girtin, hat diyarkirin ku li derdora riya Haymanê li çîtlika hespan di wesayîtekê de 20 kîlogram amonyat nîtrat heye, nasnamaya kesekê ku xwe teqandiye hatiye diyarkirin, navê wî Harun e û hêjî nasnameya kesê din tê lêkolîn kirin.
Li gorî agahiyan hat diyarkirn ku yek ji kesên ji di bûyerê de jiyana xwe ji dest daye jina bi navê Mahîde Ataş e û di sala 1990'ên de hatiye dine û navê yê din jî Harun Aslan e. Hat ragihandin ku kesê nasnameya wî hatiye diyarkirin berê lêgerîna wî hebûye. Hat îdîakirin ku wesayît ji Amedê hatiye û "têkiliya wê bi PKK'ê re" heye.
Ne hat zanîn ku bûyer, bûyerekî înfaziye yan na.
(mb)