DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

DYA: Leşkerên Tirk dikarin li Musulê pirsgirêkan derxin

 
8 Cotmeh
10:01 2016

ENQERE (DÎHA) - Nûnerê Taybet ê Têkoşîna bi DAIŞ'ê re yê Serokê Obama Brett McGurk, diyar kir ku hebûna leşkerên Tirk a li Başika dibe ku zerarê bide operasyona Musulê û pirsgirekan derxin.

Serokê Iraqê Haydar Ebadî diyar kir ku hebûna leşkerên Tirk a li Iraqê di têkoşîna bi DAİŞ'ê re pirsgirêkan derdixin. Ebadî destnişan kir ku pêwiste leşkerên tirk ji Iraqê derkeve. Piştî daxuyaniya Ebadî, Nûnerê Taybet ê Têkoşîna bi DAIŞ'ê re yê Serokê DYA'yê Obama Brett McGurk jî daxuyanî da. Mc.Gurk jî diyar kir ku hebûna leşkerên Tirk a li Başika dibe ku zerarê bide operasyona Musulê û pirsgirekan derxin. McGurk destnîşan kir ku pêwiste bêyî daxwaza hikûmeta Iraqê tiştek neyê kirin û Tirkiye li ser daxwaza hikûmeta Iraqê tev bigere.

McGurk, anî ziman ku di operasyona Musulê de planek û fermandarek heye. Ji bilî vê plan û fermandarî komên din ên çekdar dê pirsgirêkan bi xwe re bîne.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN