DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Bîranîna 10'ê Cotmehê hat qedexekirin

 
8 Cotmeh
09:45 2016

ENQERE (DÎHA) - Midûriyeta Polîsan a Enqereyê çalakiya ji bo bîranîan 10'ê Cotmehê qedexe kir.

Midûriyeta Polisan a Enqereyê daxuyanî da û diyar kir ku hemû çalakiyên di 10'ê Cotmehê de li dora GAR'a Enqereyê pêk bên hatine qedexekirin. Midûriyetê di daxuyaniyê de diyar kir ku tenê bi awayekî sembolîk komek biçûk dikare çalakî pêk bîne. Midûriyetê di daxuyaniyê de diyar kir ku li gorî agahiyên medya civakî tê gotin ku malbat û xizmên kesên di 10'ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest dane dê e pêş GAR'a Enqereyê çalakî pêk bine. Dîsa di pêşengiya Baroya Enqereyê de dê di 10'ê Cotmehê de bi minasebeta salvegera êrîşa bi bombeyî li Enqereyê li otoparka Enqereyê kom bibin û heta GAR'a Enqereyê bimeşin. Midûriyeta polîsan herî dawî di daxuyaniyê de da zanîn ku li gorî zagona hêjmar 2911'an çalakî wê rojê hatine qedexekirin

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN