DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Navê keça xwe li hesreta wê bûn li neviya xwe kirin

 
8 Cotmeh
09:21 2016

MÊRDÎN (DÎHA) - Malbata Leyla Dogan a YPJ'î ya li Kobanê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, li Nisêbînê dijîn ji ber qedexeyê bi mehan in nikarin biçin li ser gora keça xwe, hesreta keça xwe bi neviya xwe ya navê Leyla li wê kirin ve hewl didin derbas bikin.

Malbata Leyla Dogan (Leyla Nisêbîn) a YPJ'î ya li Kobanê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, li Nisêbînê dijîn ji ber qedexeyê bi mehan in nikarin biçin li ser gora keça xwe. Malbat ji bo ku hesreta xwe ya keça xwe û navê wî bidin jiyankirin neviya xwe ya bi navê Leyla derbas dikin.

Leyla Dogan a ku li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ji dayik bû ji bo ku qedera axa xwe bide guhertin yek ji kesên ku jiyana xwe ji dest daye ye. Navê wê jî meta wê Leyla ya tevlî refên PKK'ê dibe dide wê. Leyla ya bi porên xwe yên dirêj, rûken ve ji aliyê hemû kesan ve dihat zanîn û bi eleqeya xwe ya ji bo huner û wêjeyê jî piştî lîseyê zanîngeh qezenc kir û çû Fakulteya Hunerên XWeşik ê Zazîngeha Mîmar Sînanê.

Leylayê piştî ku dest bi zanîngehê kir qet ji têkoşîna gelê xwe qut nebû û di nava ciwanên zanîngehê de cih girt. Lê ji br dorpêça zilmê bi komek hevalên xwe ve di 8'ê tîrmeha 2014'an de berê xwe dan çiyayên Kurdistanê.

Mil da têkoşîna mirovahiyê ya li Kobanê

Leyla dema ku navê "Leyla Nisêbîn" li xwe kir piştre jî li bajarê Kobanê ya Rojava li dijî çeteyên DAIŞ'ê di refên YPJ ku ji bo mirovahiyê têkoşîn da de cih girt. Di çileya 2015'an de piştî azadkirina Kobanê di hamleya azadkirina gundên derûdorê de cih girt û di van operasyonan de di 3'yê adara 2015'an de jiyana xwe ji dest da.

Cenazeyê wê wekî gelek hevalên xwe li Kobanê hate definkirin. Piştre jî malbatê cenaze anî Nisêbînê û di 26'ê adarê de li Goristana Hacilarê hat definkirin.

Gora wê li pişt telan e

Goristana ku gora Leylayê jî li wir e piştî qedexeya di 14'ê adarê de hat îlankirin bi mehan e li taxa Kanîka ya ku bi telan hatiye dorpêçkirin e. Ji ber ku tax qedexe ye dayika wê Kadriye Dogan nekarî di salvegera şehadeta wê û cejnê de biçe serdana gora keça xwe.

Mala malbatê jî hilweşiya

Taxake din a qedexeye jî Gelhat e û mala malbatê li vir hatiye hilweşandin, Malbat hem ji bo ku hem ji axa xwe hem jî zarokên xwe qut nebe li taya SElahattîn Eyyubî malek kirê kir û li vir jiyana xwe didomînin.

'Min navê leylaya xwe lê kir'

Kadriye Dogan a li neviya di hembêza xwe de mêze kir diyar kir ku ji bo navê keça xwe bide jiyankirin navê wê li herdu neviyên xwe kiriye. Dogan bi vî rengî hewl dike ku hesreta keça xwe derbas bike.

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN