‘Banga aşitiyê ya pêşengan girîng e'
ENQERE (DÎHA) - Akademîsyenên ku gotin, hevdîtinên li Kolombiyayê yên di navbera hikûmet û FARC'ê de pêk tên divê li Tirkiyeyê jî pêk bên û dest nîşan kirin ku, divê di vê çarçoveyê de xwedî li peyama Abdullah Ocalan bê derketin.
Akademîsyenan balê kişand hevdîtinên di navbera hikûmeta Kolombiyayê û FARC'ê yên dawî li şerekî 52 salan anîn de û anîn ziman ku, divê heman hevdîtin li Tirkiyeyê jî pêk bên. Akademîsyenan diyar kir ku pêdiviya Tirkiyeyê bi aşitiyê heye û her wiha balê kişandin ser peyama Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan a bi rêya birayê xwe Mehmet Ocalan şandibû.
'Aqûbeta hevdîtinên aşitiyê yên li Kolombiyayê li serê welatê me be'
Doç. Dr. Hakan Koçak ê ji ber belavoka "Em ê nebin hevparê vî sûcî" îmzekiribû û ji Zanîngeha Kocaeliyê hatibû îxrackirin diyar kir ku, li Tirkiyeyê zemîna aşitiyê heye û vegot ku, dîmenên ku li Kolombiyayê di navbera hikûmet û FARC'ê de xwe didin der, pêdiviya Tirkiyeyê jî bi wan dîmenan heye. Koçak xwest li Tirkiyeyê ji bo aşitiyê gav bên avêtin û wiha got: " Aqûbeta hevdîtinên aşitiyê yên li Kolombiyayê li serê welatê me be."
‘Divê hemû kesimên civakê guh bidin peyamê'
Koçak têkildarî peyama ku Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan bi rêya birayê xwe Mehmet Ocalan şandibû de jî axivî û anî ziman ku, divê hemû kesimên civakê guh bidin peyamê. Koçak wiha got: "Çimkî berê gelek rojnameger û siyasetmedarên li gel hikûmetê mîsyon zêde li Îmraliyê bar kirin. Û piraniya hevdîtinan bi Ocalan re dewam kir. A rast ez wisa difikirim; divê meclîs jî di nav de hevdîtin bi awayekî berfireh pêk bên. Çimkî divê zemînekî civakî ya aşitiyê hebe. Bi ya min divê mirov guh bide hemû vegotinên aşitiyê."
Li Tirkiyeyê ji bilî aşitiyê tu vebijêrkeke din tune
Koçak dest nîşan kir ku, pêdiviya gelên Tirkiyeyê bi aşitiyê heye û wiha got: "Li Tirkiyeyê ji bilî aşitiyê tu vebijêrkeke me yî din tune. Heke rê li ber me akademîsyenan, TV'yên ku hatin girtin û rojnamegerên rastî êrîşan tên yanî yên dengê aşitiyê bilind dikin bê vekirin, bawerim dê daxwazeke aşitiyê ya mezin xwe bide der. Dixwazim a li Kolombiyayê bibe mînakek."
‘Banga aşitiyê ya pêşengan girîng e'
Prof. Dr. Necla Kûrûl jî dest nîşan kir ku li cihên ku axaftin li wan biqede şidet zêde dibe û balê kişand ser peyama Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan a bi rêya birayê xwe Mehmet Ocalan şandibû û got divê hemû kesimên civakê guh bidin peyamê. Kûrûl wiha axivî: "Me daxwazên aşitiyê yên hemû hevgirên tevgera kurd raçav kir. Yên dibêjin me ev nebihîstiye, guhê xwe girtine. Xwe li guhnedêrî û li nedîtiyê datînin. Hemû daxwazên aşitiyê bi taybetî jî yên kesên pêşeng pir girîng in."
(red)