DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Dê Tahîr Elçî doza wî bişopanda

 
8 Cotmeh
09:19 2016

AMED (DÎHA) – Şukran Gunduz, ku salek berê hevjîna wê Mehmet Gunduz li Farqînê ji aliyê polîsên tîmên taybet ve hat qetilkirin, diyar kir ku Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî hat şîna wî û got ku ew dê doza wî bişopîne, lê çend roj şûnde Elçî jî hat qetilkirin.

Welatiyê bi navê Mehmet Gunduz ê ku sala par li qehwexaneya li navçeya Farqina Amedê di gulebarana polîsan de hat qetilkirin, hêj nû polîsan bang li hevjîna wî kir û têkildarî bûyerê îfadeya wê girtin. Di ser bûyerê re salek derbas bû, lê heta niha tu lêpirsîn nehat vekirin. Salek şûnde hêj nû bûyer hat bîra dozger û ji bo îfadeyê bang li hevjîna Mehmet Gunduz Şukran Gunduz kirin. Dozgerê Farqînê di 7’ê cotmehê de bang li hevjîna wî Şukran Gunduz kir û li wê guhdar kirin. Şukran Gunduz, li dozgeriyê ifade da û helwesta dozgeriyê bi gotinên “Çima dewlet dikare bi ser malan de bigire lêgerînan bike û tiştan bibîne, lê çima nikare kujerê hevserê min bibîne?”

‘Bêheq kurê min girtin’

Piştî qetilkirina hevserê wê du meh şûnde polîsên tîmên taybet bi ser mala wan de girt û kurê wê yê zewicî ku bavê zarokekî ye, bi îdîaya “Di xendekan da nobet girtiye” binçavkirin û li dadgehê hat girtin. Şukran Gunduz, der barê girtina kurê xwe de axivî û wiha got: “Hêj êşa me ya qedilkirina hevserê min sar nebûbû, dewletê bi awayekî dijhiqûqî kurê min girtin.”

‘Bila dewlet qatilê zilamê min bibîne’

Şukran Gunduz, anî ziman ku kî dibe bila bibe, divê qatil bê dîtin û biryara lêgerîna mafê xwe wiha got: “Ez dest ji doza xwe bernadim. Bila qetilê zelamê min derkeve. Dema dewlet bi ser malan de diger û lêgerînê dike her tiştî dibîne. Wêdemê bila kujerê hevserê min jî bibîne. Bila ji min re bejin vî kesî gule berdaye hevjînê te. Bila bejin qetîl ev kese.”

'Bi sûc û bi sebeb hat kuştin'

Şîkran li ser qetilkirina hevserê xwe ev pirs ji berpirsyarên dewletê pirsî û got: “Bê sûc û bê sebeb hat kuştin. Hevserê min mirovek baş û kedkar bu û ajokariya texsiyê dikir. Çima ev? Çima ser qehwexane reşandin? Çima qetîlkirin? Çima gule li wî ket?”

Hemû barê malê li ser pişta Şukran e

Şukran, piştî hevserê wê hat kuştin, niha ew li kargeriya şuştina maşîneyan dinere û bi vî karî debara mala xwe dike. Karê ku ji hevserê wê mabû berdewam dike û zarokên xwe xwedî dike. Hem debara malê dike û hem jî alîkariyê dide kurê xwe yê girtî.

Şukran gotinên xwe wiha bi dawî kir: Heya hesabê vê bûyerê neyê pirsîn, dê her dem mirov bên kuştin.

Tahîl Elçî jî çûbû sersaxiya Mehmet Gunduz û diyar kiribû ku ew dê doza Gunduz bişopîne. Lê çend roj şûnde Elçî jî li Sûra Amedê hatibû qetilkirin.

Çi bûbû?

Li nevçeya Farqîn a Amedê ji milê walitîyê ve di 2’ê Mijdara 2015’an de "Qedexeya derketina derve" hatibû îlankirin. Di roja 7’emîn a qedexeyê de polîsan êrîş ser qehwexaneya Dîcle ya ser rîya Amedê kir. Di êrîşa polîsan de Seyfettîn Kurt(44), Abdulsamet Kesîcî(50) bi giranî brindar bûn. Mehmet Gunduz (45) jiyana xwe ji dest dabû. Şahidên bûyerê diyar kirin ku, polîsan di maşîna zirxî de li ser qehwexaneyê gule reşandin û ev ji aliyê kamerayên kargeriyê ve hat kişandin. Lê polîsan kamera yên kargeriyan desteser kiribûn.

(la-bo/bg/red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN