Xana şahidiya tehcîra ermenan kir, niha qurbanê AKP-Cemaetê ye
ARJÎN DÎLEK ONCEL
RIHA (DÎHA) – Xan-i Delîlan’a Rihayê ya ku malxweyî û çavdêriya tehcîra ermenan kiriye û piştî Qesra Topkapiyê mezintirîn abîdeya ji serdema osmaniyan maye ye. Niha ev abîde bûye qurbana şerê AKP-Cemaetê.
Li Rihayê Xan-i Delîlan bi navê xwe yê dîtir Xana Gel a di sedsala 16’emîn de hatiye avakirin, piştî Qesra Topkapiyê mezintirîn abîdeya ku ji serdema osmaniyan maye. Lê niha ev abîde dibe qurbana şerê AKP-Cemaetê. Xan a ku li têketina Çemê Karakoyûnê ye, li ser 17 hezar metrekareyî hatiye avakirin û ji 2 qatan pêk tê. Xan beriya qirkirina ermenan wek kampa temerkuzê û pişt re wek êtimxaneyê hatiye bikaranîn û her wiha di demên dawî de di bin navê tadîlatê de ji bo rantê hatibû vekirin û xwestibûn wê wek tîcaretxaneyekê bi kar bînin. Li xana dîrokî, xebatên ku bi awayekî sûkî xwe didan der, ev saleke hema bêje rawestiyane. Xana ku bi salan di rewşeke xirpal, bikêrnehatî de bû, pişt re bi pêşnûmaya otela bûtîk hat xwestin bê restorekirin. Lê niha ji ber ku fîrmaya karê restorasyona wê dikir têkiliya wê bi cemaetê re heye, bi temamî terkî çarenûsa xwe hatiye kirin.
'Şerê Hikûmet-Cemaetê xanê dirûxîne’
Holdîng Atlas û şîrketên DNR’yê yên bi têkiliyên xwe yî cemaetê tên nasîn, di sala 2006’an de bi hinceta dê bikin oteleke bûtîkî ya 5 stêrkî serî li Wezareta Çandê dabûn û serlêdana wan di sala 2010’an de hatibû qebûlkirin. Lê belê pêşnûmaya ku diviyabû di 2015’an de biqede, lê piştî demekê Wezareta Çand û Turîzmê daxuyaniyek dabû û bi vê re xebatên restorasyonê hatibûn rawestandin û herî dawî karên restorasyonê dewrî Şîrketa Vebêrhênanê ya Turîzmê ya Mîllet Haniyê hatibû kirin. Pêşnûmaya ku diviyabû di nîsana 2015’an de bi dawî bibûna, lê belê ji ber derbareyê pêşnûmayê de gelek nûçe di çapemeniyê de xwe dan der, rayedar nerihet bûbûn û bi xebatên sûkî her çiqas xwestin domandina karê restorasyonê bidin der jî, ev jî dirêj neajot û hat rawestandin.
'Pirsên 32 Milyon Dolarî yên bêbersiv’
Têkildarê aqûbeta Xana Gel me pirs arasteyî rayedarên Weqfa Parastina Heyînên Çandî ya Rihayê û Gerînendetiya Giştî ya Heyînên Çandî û Muzeyan kir. Rayedaran got, ji ber pêşnûma di wextê xwe de nehatiye teslîmkirin wan daye rawestandin. Her wiha ji bo agahiyên hîn berfirehtir me ber bi rayedarên Gerînendetiya Emlaka Mîllî kirin. Ev gerînendetî jî dest nîşan kir ku ew nikarin agahiyên berfireh bidin.
Pêşnûmaya xanê ya ku bi veberhênaniyeke 32 milyon dolarî dest pê kir niha hawirdora xanê bi biranda û dîwaran hatiye girtin û veguriye halê xwe yî 20 sal berê.
Dîrokçeya Xan-i Delîlan
Xan li qeraxê bakur ê Çemê Karakoyûnê, di navbera Pira Samsat û Pira Haci Kamîl de cih digire. Yek ji mezintirîn xanên Tirkiyeyê ye û di dema osmaniyan de li Rihayê yekemîn xan e. Li gor agahiyên Hîndekarê Beşa Dîrokê yê Zanîngeha Haranê Cîhat Kurkçuoglû, xana ku bi demê re rûxiya bû di sala 1833’yan de ji binî de ji nû ve hatiye çêkirin. Di sala 1890’î de Şahaneya Leşkerî ya Redîfê, di destpêka salên 1900’î de wek Êtimxaneya Almanan ku zarokên ermenî tê de cih digirtin hatiye bikaranîn. Di sala 1915’an de ji bo ermenên ku ji rojhilat anîn wek kampa temerkuzê hatiye bikaranîn û navê wê wek “Xana Gel” hatiye guherandin. Her wiha Kurkçuoglû diyar dike ku, xan di 1940’î de wek qişleyeke leşkerî hatiye bikaranîn û di 1980’yan de jî pêşî wek lûnapark, dawiyê ji aliyê Şaredariya Rihayê ve wek bazara êzingan û xeratçiyan hatiye biakarnîn. Xana ku ji aliyê şaredariya ve hatiye terikandin, 20 salî bi awayî metrûk ma.
(red)