Li Girtîgeha Osmaniyeyê ewleyiya girtiyan tune ye
OSMANİYE (DÎHA) – Li Girtîgeha T2’yan a Osmaniyeyê, girtiyên ku rastî êrîşa leşkeran hatin bi rêya malbatên xwe êrîş û pêkûtiyên li dijî wan pêk tên ragihandin û anîn ziman ku li girtîgehê tu ewleyîyeke wan î jiyanî tune ye.
Li Girtîge T2’yan a Osmaniyeyê, girtiyên bi navê Cengîz Nergîs, Yasîn Aka û Adem Amaç ê ku di 1’ê cotmehê de ji bo wan hatin gotin ku “li nexweşxaneyê kontrola we heye” û bi vî awayî li têketina girtîgehê bi xedarî hatin derbkirin, bi rêya malbatên xwe pêkûtî û êrîşên li dijî wan pêk tên ragihandin. Mahmût Nergîs, kekê Cengîs Nergîsê girtî, duh bi birayê xwe re hevdîtin pêk anî û got, birayî wî hemû pêkûtî ji bo wî vegotine.
'Li têketina girtîgehê leşkeran êrîş kir’
Nergîs got, mehek berê gardiyanan birayê wî û 2 hevalên wî derbkirine û di 1’ê cotmehê saet di 21.00’an de ji wan re hatiye gotin “dê li nexweşxaneyê rapor bê stendin” û ew li wesayîta rîngê siwar kirine û wan birine nexweşxaneyê. Nergîs wiha axivî: “Birayê min di hevdîtinê de ji min re got, ‘leşkeran bi heqaretî û derbkirinê min û 2 hevalên min xistin wesayîta rîngê. Heta nexweşxaneyê ev dewam kir. Em çûn nexweşxaneyê; ne rapor dan me ne jî em tedawî kirin. Dema em ji nexweşxaneyê derketin, dîsa leşkeran heqaret li me kirin, hewl dan provakasyonan bikin. Me bersiv neda. Leşkeran li têketina girtîgehê me yeko yeko ji rîngê daxistin û leşkerên li wir sekinandî bi darên li dest xwe êrîşî me kirin. Bi xedarî me derb kirin. Gardiyan ketin navbera me û leşkeran. Me birin qawîşê.’”
'Qaşo hesasiyeta leşkeran hebûye!’
Nergîs ragihandin ku, mudurê girtîgehê hatiye qawîşê û ji bo ji girtiyan Adem Amaç bişînin revîrê bi birayê wî re hevdîtin pêk aniye, lê Amaç bêyî ku tedawî bibe wî anîne qawîşê. Nergîs wiha axivî: “Birayê min ji min re got, ‘Hevalê me ser çavê wî di nav xwînê de anîn qawîşê. Me bi derfetên xwe wî tedawî kir. Mudurê girtîgehê hat cem me û wiha leşker parastin, ‘hesasiyetên leşkeran hene. We ew sor kirine.’ Ji bo niha tu ewleyiyeke me yî jiyanî tune ye. Roja berê hevalekî me birin nexweşxaneyê, lê wî derb kiribûn. Em banga hestiyariyê li raya giştî dikin.’”
Li girtîgehê ewleyiya girtiyan tune ye
Nergîs ragihandin ku, girtî bi her awayî ji mafên civakî bêpar in û amûrên wan nadin wan û dest nîşan kir ku, li ser girtiyan êrîşeke sîstematîk heye. Nergîs da zanîn ku, ji ber derban hîn jî li bedena girtyan reşbûyîn heye û xwest rewş û şertên girtiyan bên sererastkirin. Nergîs diyar kir ku, wan tevî parêzerên ÇHD’ê ji bo reşbûyîna li ser bedena girtiyan daxwazname nivîsandiye, lê ji aliyê îdareya girtîgehê ve daxwaznameya wan hatiye desteserkirin û got, hemû rêyên huqûqî hatine girtin. Nergîs dest nîşan kir ku, hem li derve û hem jî li hundir tu ewleyiyeke girtiyan tune ye û wiha got: "Ji ber ewleyiya girtiyan tune ye, naçin nexweşxaneyê, revîrê û rûniştinan. Niha ewleyiya wan î jiyanî tune ye. Em ê ji bo girtiyan serî li her merciyê bidin. Bila dawî li vê îşkence û derhuqûqiyê bê. Divê her kes ji bo girtiyan, tişta dikeve ser milê wan bike.”
Têkildarî mijarê em li girtîgehê geriyan, lê anîn ziman ku ew ê derbarê mijarê de tu agahiyî nedin.
(red)