Blokên betonî esnaf aciz kirin
WAN(DÎHA) – Ji ber blokên betonî yên li ber Muduriyeta Polîsan a Payîzavayê hatine bicihkiirn, rêya sereke bi temamî ji trafîkê re hatiye girtin. Esnafên ku li seranserê rê ne, ji ber van blokan êdî tu karî nakin û ji ber vê yekê nerihet in.
Li navenda Wan û gelek navçeyên wê li Payîzavayê jî, hawirdora sazî û dezgehên hêzên dewletê bi blokên betonî hatin girtin. Rêya li navenda sûkê ku di ber Muduriyeta Polîsan a Navçeyê re derbas dibe, ji ber blokên betonî hema bêje ji trafîkê re hatiye girtin. Di rêya ku hatiye dagirkirin de tu wesayît nikarin derbas bibin û ji ber vê cihê rawestgehên dolmîşan jî hatiye guhertin.
Her wiha rêya ku hatiye dagirkirin, sernaserê wê esnaf lê hene. Ji ber vê dagiriyê hema bêje tu esnaf nikare kar bike û esnaf li dijî vê wiha bertek nîşandan: “Qaşo ji bo ewlehiya xwe wiha kirine, lê me mexdûr dikin.”
(red)