DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

‘Bi girtina saziyên jinan feraseta xwe nîşan didin’

 
8 Cotmeh
09:09 2016

ÊLIH (DÎHA) – Hevşaredara Êlihê Gulîstan Akel a ku ji peywirê hat dûrxistin, fesixkirina Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan a ji aliyê qeyûmê ve pêk hat nirxand û got, li şaredariyan wek destpêk girtina saziyên jinan feraseta dewletê ya ku jinan tune dihesibîne nîşan dide.

Alîgirê Walî Ertûg Şevket ê ku di 11’ê îlonê de wek qeyûmî tayînî Şaredariya Êlihê bû, îcraata wî ya ewil qefilandina saziyên jinan bû. Di vê çarçoveyê de pêşî 4 deriyên malên gel girtin. Pişt re, Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan a di bin banê Şaredariya Êlihê de xebatên xwe dimeşandin fesix kir. Têkildarî vê Hevşaredara Êlihê Gulîstan Akel nirxand ku, sepandinên qeyûmê polîtîkayên dewletê ne û got, ew ê wek jinan li dijî van polîtîkayan bibin yek û têbikoşin.

‘Li dijî jinan derhuqûqiyeke mezin heye’

Akel dest nîşan kir ku, di 11’ê îlonê de bi qeyûmê re li Êlihê derbeyeke ku êrîşî nirxên jiyanê dike pêk hatiye û wiha got: “Ji hêla herêmiyî ve şaredarî jiyanê diparêzin û hêzekê didin wê. Lê belê, bi qeyûmê re malên gel û Gerînendetiya Polîtîkayên Jinana yên ku jinên me tim diçûnê hatin girtin. Yanî jinên êlihî bi derhuqûqiyeke mezin re rû bi rû ne.”

‘Qeyûm êrîşa li dijî nirxên gel e’

Akel diyar kir ku nehesibandina îradeya jinê polîtîkayeke dewletê ye û got, saziyên hatin girtin hem ji aliyê aborî ve û hem jî ji aliyê hunerî ve qadên jinan bûn û bi van sepandinan jinê tune dihesibînin. Akel dest nîşan kir ku, sazî û malên gel ên ku hatin girtin, ji 7’an heta 70’yan her kesî bi xebatên xwe yî çandî û hunerî digihand cem hev û anî ziman ku saziyên hatin girtin cihên zîndekirina nirxên gel bûn û got, qeyûm êrîşî nirxên gel kiriye û bi vî awayî dixwaze civakê ceza bike.

‘Îradeya gel nayê qefilandin’

Akel dest nîşan kir ku, bi girtina saziyan û qefilandina deriyên wan, kes nikare îradeya gel biqefilîne û wiha axivî: “Li Mala Gel a Mûsa Anter herî zêde qursiyerên jin hebûn, lê niha li baxçeyê mala gel perwerdehiya xwe didomînin. Ev terhekî liberxwedayînê ye. Dibe ku cihwarên fîzîkî bên qefilandin, lê dê nikaribin îradeya gel biqefilînin. Em bi xebatên xwe yî şaredariyê, xwedî li îradeya gel derdiketin. Ji ber vê em ê wek jinan, xwedî li îradeya xwe derbikevin. Em ê bi tu awayî qeyûmê qebûl nekin. Em ê wek jinan li her qadê li dijî êrîşên ku dixwazin dengê me bitepisînin derkevin û em ê hêza xwe bi piştevaniyê xurt bikin û têbikoşin.”

‘Pêdiviya me ne bi asfaltan, bi jiyanê heye’

Akel diyar kir ku bi qeyûmê derbeyeke sivîl tê sepandin û wiha axivî: “Li Kurdistanê pêdiviya me ne bi rêyên asfaltî, bi jiyanê heye. Me li dijî pevçûn û polîtîkayên bişavtinê yên ev 40 sal e didomin li ber xwe da. Ev şaredarî, ji bo nirxên jiyanê û sepandina tercîhên civakê amûreke girîng bûn. Xwestin vî dengî bitepisînin. Ji ber vê, ev di destpêkê de êrîşeke li dijî ziman û nirxên çandî yên gelê kurd e.”

‘Dê têkoşîna me bidome’

Akel dest nîşan kir ku, bi fesixkirina Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan dewlet feraseta xwe bi her awayî nîşan daye û wiha got: “Dibe ku saziyên jinan hatibin girtin, lê belê em dê wê têkoşîna ku ji duh heta niha didome berdewam bikin.”

(red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN