DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Armanc bê war hiştina gelê Şirnexê ye

 
8 Cotmeh
09:08 2016

ŞIRNEX (DÎHA) - Hêzên dewletê hewl didin şirnexiyên ku koçî derdora bajar bûne ji konên wan derbixin. Leşkeran gefa, "ji vir bar bikin" li şirnexiyên Mila Şantiyê bi cih bûne xwarin.

Şirnexiyên ku ev 7 meh in li hember polîtîkaya koçberkirinê ya dewletê li ber xwe didin niha jî bi gefên ji konan derbikevin ji vir herin re rû bi rû ne. Hinek ji gelê Şirnexê ji ber ku malên wan hatine hilweşandin koçî herêma Mila Şantiyê ku 10 kîlometreyan ji Şirnexê dûre kirine û jiyana xwe li vir didomînin. Lê ev hefteyeke ji aliyê hêzên dewletê ve gef li şirnexiyan tê xwarin ku ji cihê lê bi cih bûne derbikevin. Şirnexiyan diyar kir ku ji ber malên wan hatine hilweşadin ew li vir bi cih bûne û ew ji vir jî derbikevin tu cihek ku lê nîştecîh bibin tune ye.

(kom/no)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN