DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Nêzî 300 cenaze li Rojava tên rawestandin

 
8 Cotmeh
09:07 2016

AMED (DÎHA) - Cenazeyên bi sedan şervanên YPG û YPJ’ê ên ji Bakûr ku di berxwedana Rojava de li hemberê çeteyên DAIŞ’ê jiyana xwe ji dest dan li Rojava ji ber astengiya dewleta Tirkiyê tên rawestandin. Hevserokê MEYA-DER'a Amedê Hasan Pençe li hember astengiya Tirkiyê nerazîbûn nîşan da û daxwaza radestbûna cenazeyan kir.

Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ya ku di 19’ê tîrmeha 2012’an de dest pê kir. Bi îlankirina şoreşê re êrîşên çeteyên DAIŞ’ê û hêzên din ên çete li ser axa Rojava destpêkirin. Li hember van êrîşên çeteyan berxwedanek dîrokî hat dayîn. Di nav vê berxwedana dîrokî de bi sedan şervanên YPJ û YPG’ê yên ji Bakûrê Kurdistanê bûn cih girtin û li hember êrîşên çeteyan jiyana xwe ji dest dan. Ji ber ku ji aliyê Tirkiyê ve anîna cenazeyan tên astengkirin, bi sedan cenazeyên ji Bakûr li Rojava hatin definkirin û hin cenaze jî hêj li deriyên sînor tên astengkirin. Yek ji mînaka van cenazeyan jî ya şervana Hêzên Azadiya Yekbûyî (BOG) Eylem Ataş a ku dema di pêngava azadkirina Minbiçê li hember şerê DAIŞ’ê jiyana xwe ji dest dabû ye. Cenazeyê Ataş 101 roj li deriye sînor hat astengkirin û piştî hewldanan malbatê cenazeyê xwe wergirt.

Hevserokê MEYA-DER'a Amedê Hasan Pençe têkildarî mijara cenazeyên li Rojava tên rawestandin axivî û diyar kir ku li Rojava bi sedan cenazeyên şervanê YPG û YPJ’ê ji ber ku ji aliyê Tirkiyê ve tên astengkirin sekinandîne û got ku malbatên wan nikarin cenazeyên zarokên xwe bigirin.

‘Dewletê Tirkiyê hatina cenazeyan asteng dike’

Pençe diyar kir ku li Rojava ev bû demek dirêj li hember çeteyan têkoşînek bêhempa tê meşandin û got ku ev ciwanên cenazeyê wan li Rojava ne li dijî çeteyên ku dixwazin xaka Kurdistanê dagir bikin şer kirine jiyana xwe ji dest dane. Pençe bal kişand ser pêkanînên DAIŞ û dewleta Tirkiyê ya li dijî cenazeyan û wiha got: “Hem lî Rojava û hem jî li Bakûr li dijî cenazeyên me pêkanîn hovane pêk tên. Niha li Rojava cenazeyên ji 300 şervanan zêdetir hene. Malbatên wan cenazeyên xwe dixwazin. Lê ev daxwaz û hewldana van malbtan rastî astengiya dewleta Tirkiyê tên.”

‘Hemû derî girtî ne’

Pençe destnîşan kir ku pêwîste hemû cenazeyên li Rojava çi yên hatine definkirin û çi yên li sînor tên rawestandin dewlet destûrê bide û cenazeyan radestî malbatê wan bê bikirin û wiha axivî: “Çeteyên DAIŞ’ê li hemû cihanê wek terorîst hat îlankirin, lê mixabin dewleta Tirkiyê hêj wan diparêze û destekê dide wan. Sedema destûr nedana cenazeyên şervanên YPG û YPJ’ê ew e ku li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer kirin e. Ji bo vê yeke nahêlin cenaze di deriyên sînor de derbasî Bakûr bibin.”

‘Bila cenazeyên li Bakûr jî bidin’

Pençe di dawiya axaftina xwe de daxwaza wergirtina cenazeyên şervan û gerîlayan ên li Bakûrê Kurdistanê ku li nexweşxaneyan tên rawestandin kir û wiha got: “Bi dehan cenazeyên Bakûrê Kurdistanê jî bi hinceta DNA’yê tê sekinandin. Li gel ku malbat ji bo testa DNA’yê xwîn dane û ev xwîn bi encam bûne jî lê hêj cenaze nedane malbatan û disekinînin. Ev tişt nayê qebûlkirin. Ev hovîtî li tu devera cîhanê tune ye. Li ser kurdan şerek hov tê meşandin û em ê tu carî vî şerî qebûl nekin.”

(ra-rd/bg)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN