Zivistan hat fikara penaberan zêde bû
ÎZMÎR (DÎHA) - Penaberên Sûrî ku hatin li Tirkiye bi cih bûn ji niha de ketin nava fikara amadekariyên zivistanê. Penaberan diyar kirin ku hêzên navneteweyî wan wekî amûr bikar tîne û kengî şer bi dawî bibe dê dîsa vegerin welatên xwe.
Penaberên ku ji ber şerê Sûriyê reviyan û hatin li Tirkiye bi cih bûn, ji ber şert û mercên cih û war, ji niha de ketin nava fikara amadekariyên zivistanê. Welatiyên penaber ku herî zêde pirsgirêka cih, xwarin û cilan dijîn, rastî gelek zahmetiyan tên. Penaberên ku karê tekstil, lojistik, înşaet, hemalî û karên zeviyan dikin bi kedek erzan dixebitin.
Penabera 3 sal berê ji Sûriye hat Tirkiye Ayşe Hacihasan diyar kir ku ligel xebatkarên wan hene jî dîsa nikarin debara xwe bikin û wiha got: "Dema ez li Sûriye bûm xwendekara mîmarê bûm. Piştî em hatin Tirkiye em di konan de bi cih bûn. Niha gelek penaber li kolanan dijîn. Bi taybetî di demsalên zivistanê de em gelek zor û zahmetiyan dijîn. Kesên ku cih û warên wan tune zivistan ji bo wan pir dijwar derbas dibe.
Dayika 3 zarokan Umran Harbî jî anî ziman ku hêzên navneteweyî penaberan wekî amûra bazarê bikar tînin û wiha got: "Tirkiye û Ewropa penaberan li hemberî hev dikin mijara bazarê. Em bi alîkariya komeleyan li ser piyan dimînin. Niha em li kolanan najîn, lê di demsalên zivistanê de empir zor u zahmetiyan dijîn. Kengî şer bi dawî bibe em dê dîsa vegerin cih û warê xwe.
Nûnera Komeleya Pira Gelan Gulistan Sultan jî diyar kir ku penaberên ji Sûrî hatin li gelek nokteyan kon vedan û wiha got: "Niha em hewl didin pêdiviyên penaberan ên batanî, nivîn, ardû û zexîreyan temîn bikin. Me têkildarî pêdiviyên penaberan nivîs ji wezaretê re şand, lê tu bersîv ji mere nehat. Bi taybetî zarokên ku nû ji dayik dibin di nava şert û mercên gelek dijwar de dijîn. Pêwiste zarokên nû ji dayik dibin bên parastin. Lê di nava talûkeyê de dijîn.
Sultan, da zanîn ku bi taybetî penaber li navçeyên Agora Basmahane Kadifekale, Yamanlar yên Îzmirê ku kurd zêde lê dijîn bi cih bûne û wiha got: "Bi taybetî penaberên Kobanê û bajarên Rojava hatine li vir bicih bûne. Di 4 mehên dawî de welatiyên Rojava vedigerin welatê we. Gelek mal bê derî û bê cam in. Li hin xaniyan 35 mirov bi hevre dijîn. Jiyana li van xaniyan û jiyana li kolanan mîna hev e. Hêjmara penaberên li kolan û malan zêdeyî 10 hezar kesan e.
(mae)