ROJEVA 08'Ê COTMEHA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN
* Mamosteyê dibistanên kurdî Omer Fîlîtoglu têkîldarî girtina dibistanên kurdî û astengkirina perwerdehiya zimanê dayikê diyar kir ku mafê perwerdehiya zimanê dayîkê li hemû qada navnateweyî de hatiye qebûlkirin, li dijî astengkirinan bila malbat her malekî bikin dibistanên kurdî û nirxandina "ger dibistan tunebe jî bila malbat li malên xwe dersa ziman bidin zarokên xwe" kir.
* Cenazeyên bi sedan şervanên YPG û YPJ’ê ên ji Bakûr ku di berxwedana Rojava de li hemberê çeteyên DAIŞ’ê jiyana xwe ji dest dan li Rojava ji ber astengiya dewleta Tirkiyê tên rawestandin. Hevserokê MEYA-DER'a Amedê Hasan Pençe li hember astengiya Tirkiyê nerazîbûn nîşan da û daxwaza radestbûna cenazeyan kir.
* Hêzên dewletê hewl didin şirnexiyên ku koçî derdora bajar bûne ji konên wan derbixin. Leşkeran gefa, "ji vir bar bikin" li şirnexiyên Mila Şantiyê bi cih bûne xwarin.
* Ji ber blokên betonî yên li ber Muduriyeta Polîsan a Payîzavayê hatine bicihkiirn, rêya sereke bi temamî ji trafîkê re hatiye girtin. Esnafên ku li seranserê rê ne, ji ber van blokan êdî tu karî nakin û ji ber vê yekê nerihet in.
* Penaberên Sûrî ku hatin li Tirkiye bi cih bûn ji niha de ketin nava fikara amadekariyên zivistanê. Penaberan diyar kirin ku hêzên navneteweyî wan wekî amûr bikar tîne û kengî şer bi dawî bibe dê dîsa vegerin welatên xwe.
*Li gundên Dersimê bi payîzê re, bênavber amadekariyên zivistanê tên kirin.
* Rojnameger Metîn Bekîroglu yê ku bi hinceta parvekirinên medyaya civakî hat girtin û 52 rojan girtî ma aşkere kir ku, komplo lê hatiye kirin.
* Îrfan Azçalişanê YPG’yî yê ku dema DAIŞ êrîşî Kobaniyê kir gotibû, ‘divê em tiştekî bikin’ û berê xwe dabû Kobaniyê, cîhaneke mezin li 16 salên jiyana xwe bi cih kir.
* Hevsera Mehmet Gunduz ê li Farqînê dema qehwexane hat gulebarankirin jiyana xwe ji dest da Şukran Gunduz diyar kir ku Tahîr Elçî ji bo sersaxiyê hatibû û ji wan re gotibû dê dozê bişopîne lê ew jî piştî çen rojan hat kuştin.
* Malbata Leyla Dogan a YPJ'î ya li Kobanê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, li Nisêbînê dijîn ji ber qedexeyê bi mehan in nikarin biçin li ser gora keça xwe, hesreta keça xwe bi neviya xwe ya navê Leyla li wê kirin ve hewl didin derbas bikin.
* Hevşaredara Hênê Nevîn Oktay diyar kir ku qeyûmê hatiye tayînkirin ferman daye polîsan û nehiştine ku bikeve odeya xwe. Welatiyên ku li hemberî xespkirina îradeya wan aciz in jî helwesta xwe bi gotina "Em ê şaredariya xwe paş ve bigirin" nîşan dide.
* Seroka Komeleya Piştevanî û Aştiyê ya 10'ê Cotmehê Mehtap Sakîncî Coşkun bi gotina "Luksekî me yê bigirîn tuneye" bal kişand li ser pêwîstiya têkoşînê.
* Rojnameger Husnu Mahalî diyar kir ku, Tirkiye li Sûriye û Iraqê polîtîkayeke mezhebî dimeşîne û beriya operasyona Mûsilê li dijî şîiyan xwe bi cih kiriye û wiha got, “Sûudî Erebîstan û Katar ên ku berê Seddamî li dijî Îranê xistin şer, niha dixwazin Tirkiyeyê û Îranê bera hev bidin. Heke Tirkiye dev ji van polîtîkayên xwe bernede, ez dibêm îhtîmal ji sedî 70’ê dê şerê Îran-Tirkiyeyê pêk bê.”
* Xan-i Delîlan’a Rihayê ya ku malxweyî û çavdêriya tehcîra ermenan kiriye û piştî Qesra Topkapiyê mezintirîn abîdeya ji serdema osmaniyan maye ye. Niha ev abîde bûye qurbana şerê AKP-Cemaetê.
* Dayikên Şemiyê bi boneya winda bên dîtin dê bi silogana "Kujer diyar in, winda li ku ne?" di hefteya 602'an de çalakiya şemiyê ya li Qada Galatasarayê berdewam bikin. (12.00) BI DÎMEN E
* Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê bi daxwaza "Bila girtiyên nexweş serbest bên berdan" dê di hefteya 237'an de li Qada Galatasarayê berdewam bikin. (13.30) BI DÎMENE
* Ji bo edîtorê Rojnameya Ozgur Gundemê Mehmet Akyol dê li ber avahiya rojnameyê ya mohrkirî merasimê pêk bînin û li goristana tenişta Parka Mehmet Ayvalıtaş a Okmeydani bi girseyî bê definkirin. (11.00) BI DÎMEN E
* Rêveberên Mala Gel bi boneya komkujiya 10'ê Cotmehê ya li GAR'a Enqereyê pêk hat şermezar bikin dê li ber avahiya AKP'ê ya Enqereyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê (12.00)
* 45'emîn Civata Giştî ya Asayî ya Baroya Amedê dê li Navenda Çandê ya Cîgerxwînê dest pê bike. (10.00) BI DÎMEN E
* Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê ji bo balê bikişîne li ser qeyûmên ku li şaredariyan hatine tayînkirin dê li avahiya xwe greva birçîbûnê ya rojekî bide destpêkirin. (11.00) BI DÎMEN E
* Komeleya Mafên Mirovan û xizmên windayan li Amed û Êlihê dê bi slogana "Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin" çalakiya 400'emîn li dar bixin.
(12.00) BI DÎMEN E
* Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan ji bo balî bikişîne li ser rewşa girtiyên nexweş dê cara 237'emîn li ber Lîseya Galatasarayê çalakiya heftane ya Tîpa F li dar bixe. (13.30) BI DÎMEN E
JIN
*Hevşaredara Êlihê Gulîstan Akel a ku ji peywirê hat dûrxistin, feshkirina Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan a ji aliyê qeyûmê ve pêk hat nirxand û got, li şaredariyan wek destpêk girtina saziyên jinan feraseta dewletê ya ku jinan tune dihesibîne nîşan dide.
POLÎTÎKA
* Akademîsyenan diyar kirin ku hevdîtinên li Kolombiyayê ku di navbera hikûmet û FARC'ê hatiye destpêkirin divê li Tirkiyeyê jî bê destpêkirin, di vî çarçoveyê de divê xwedî li peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê derketin.
EKOLOJÎ
*Li Wanê girê dîrokî yê ji serdema Ûrartûyan mayî, piştî arkeologên di bin banê Wezareta Turîzm û Çandê de navber dan xebatên xwe, gir bê parêzvan hiştin û çûn. Piştî vê nêçirvanên defîneyan ketin dewrê û dest bi kolandina gir kirin.