Hezaran Ataş û Çalişkan defin kir
EDENE (DÎHA) – Şervana BOG’ê Eylem Ataş û Mehmet Çalişkanê HPG’yî ji aliyê hezaran kesî ve bi dirûşmeya “Şehîd Namirin” hatin definkirin.
Şervana Hêzên Yekbûyî (BOG) Eylem Ataş a ku di dema pêngava rozgarkirina Minbicê de li dijî DAIŞ’ê şer dikir jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wê 101 rojî li sînor hatibû rawestandin. Cenazeyê Ataşê, duh ji aliyê malbatê hat wergirtin û îro danê nîvro anîn Edeneyê. Li Saziya Tibê ya Edlî piştî akrên otopsiyê cenaze, ji bo wecîbeyên olî anîn Mala Cemê ya Şakîrpaşayê. Li ber Mala Cemê Ataş, ji aliyê jinên ku ji gelek deverên Tirkiyeyê hatibûn bi alayên sor mor hat pêşwazîkirin. Jinan bi dirûşmeya “Şehît Namirin” û bi tilîliyan cenazeyê Ataşê hilgirtin û birin hudnirê Mala Cemê. Piştî wecîbeyên olî, cenazeyê Ataşê bi darbesteke ku bi kulîlk û alayên sor û mor xemilandî, ji aliyê jinan ji bo wesayîta cenazeyî hat veguhastin. Ji vir bi konveyeke bi dehan wesayîtî cenazeyê Ataşê anîn Goristana Kuçuk Obayê. Cenaze sed metrî dûrî goristanê ji aliyê jinan ve hat hilgirtin û heta gorê bi berzkirina dirûşmeyên “Eylem Ataş Nemir e” û “Şehîd Namirin” hat veguhastin.
Her wiha cenazeyê Mehmet Çalişkan (Zagros Întîkam) ê ku li Stewrêya Mêrdînî di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dabû jî, li Saziya Tibê ya Edl ya Edeneyê piştî akrên otopsiyê, anîn Goristana Kuçuk Obaliyê.
'Em ê ji bo rizgarkirinê têbikoşin’
Li vir ji bo Ataşa BOG’î û Çalişkanê HPG’yî nimêja cenazeyî hat edakirin û piştî nimêjê merasîma cenazeyî hat lidarxistin. Parlementerê HDP’ê yê Dîlokê Mahmût Togrûl, Serokê Giştî yê Partiya Şoreşgeran Ûfûk Gollu û bi sedan welatî beşdarî merasîmê bûn. Berdevkê MEYA-DER’a Edeneyê Mûrat Tûgay di merasîmê de axivî û got, ew dê şopdarê têkoşîna kesên têdikoşin bin. Parlementerê HDP’ê Togrûl jî wiha axivî: “Ev her du leheng dema li dijî çeteyên tecawizkar û yên piştevaniya wan dikin şer kirin, şehîd bûn. Ev ciwan nîşan dan ku têkoşîn ne bê xwedî ye.”
Piştî axaftinan cenazeyê Ataşa BOG’î li cem ê gora Fermandarê BOG’ê Bedrettîn Akdenîz û yê Çalişkanê HPG’î jî li goristana malbatê hatin definkirin. Girse bi berzkirina dirûşmeya “Şehîd Namairin” ji goristanê veqetiyan.
(red)