Kobanê êdî şaredariya ‘Aşitiya Cîhanê’ ye
7 Cotmeh
19:10
2016
KOBANÎ (DÎHA) – Piştî şaredariyên Amed û Helebçe, Şaredariya Kobaniyê jî bi awayekî fermî bû endamê ‘Yekîtîya Şaredariyên Ji Bo Aşitiya Cîhanê.’
Şaredariya Kobaniyê ya ku berê jî, ji bo ‘Kongreya Li Dijî Çekên Nukleerî Aşitî’ ji aliyê Şaredariya Hîroşîmaya Japonyayê ve hatibû vexwandin, ji bo ‘Yekîtiya Şaredariyên Ji Bo Aşitiya Cîhanê’ ya ku navenda wê li Japonyayê ye hat hilbijartin. Şaredariya Kobaniyê ya ku wek endamekî fermî hat qebûlkirin, di heman demê de ji bo kongreya ku dê yekîtî sala bê li dar bixe jî hat vexwandin.
Piştî şaredariyên Amed û Helebçeyê, bi endamtiya Kobaniyê re heta niha 3 şaredariyên Kurdistanê bi awayekî fermî endamên ‘Yekîtiya Şaredariyên Ji Bo Aşitiya Cîhanê’ ne.
(red)