Êrîşa Yenîbosnayê TAK hilgirt ser xwe
STENBOL (DÎHA) – Êrîşa li Yenîbosnayê ya li nêzî Qereqola Polîsan a 75’incî Yilê pêk hat, TAK’ê hilgirt ser xwe.
Êrîşa li Yenîbosnaya Stenbolê ya li nêzî Qereqola Polîsan a 75’încî Yilê pêk hat, Teyrênbazên Azadiya Kurdistanê (TAK) hilgirt ser xwe. TAK di daxuyaniya xwe de wiha got: “Em wek Teyrênbazên Azadiya Kurdistanê (TAK) êrîşa li Yenîbosnaya Bahçelîevlera Stenbolê ya di 6’ê cotmehê saet di 16.00’an de pêk hat hildigirin ser xwe. Me berê jî diyar kiribû ku Tirkiye ne welatekî ewle ye. Heta ku êrîşên dewleta TC û AKP’ê bidomin, dê çarçove û tarzê çalakiyên me jî berfireh û dewlemend bibin û bidomin. Dê çalakiyên me di serî de li metrepolên Tirkiyeyê û bi giştî li hemû bajarên wê, li dijî sazî û dezgehên û kesên dewleta tirk a dagirker û faşîst pêk bên û em diyar dikin ku dê xwe bigihîne hemû kesimin ku piştevaniya vî şerî dikin”
(red)