DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

Parêzara Ocalan: Berxwedanê komplo pûç kir

 
7 Cotmeh
17:47 2016

AMED (DÎHA) - Endama Buroya Hiqûqa Sedsalê Prz. Ebru Gunay, diyar kir ku komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê bi berxwedana gelê kurd hat pûçkirin û berxwedana kurdan lîstika navneteweyî vala derxist.

Kongreya Jinen Azad (KJA), di çarçoveya kampanya "Ez li Rêberê xwe Axa xwe û Azadiya xwe xwedî derdikevim" de li Salona Navenda Çandê ya Cegerxwîn panel pêk anî. Di panelê de endamên KJA, wekîla HDP'ê ya Amedê Sibel Yigitalp û Nursel Aydogan û Hevseroka HDP'ê ya Amedê Gulşen Ozer amade bûn. Gelek jinên ku ji navçeyên Amedê hatin jî beşdarî panelê bûn. Endama KJA'yê Ruken Akça pêşkêşiya panelê kir. Endama Buroya Hiqûqê ya Sedsalê û Parêzera Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Ebru Gunay Wekîla HDP'ê ya Amedê Felaknas Uca wekî panelîst axivîn. Panel li ser mijara 9'ê Cotmeha 1998'an derxistina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan berdewam kir. Di panelê de Endama KJA'yê Ruken Akça, diyar kir ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bertek û berxwedan her ku diçe zede dibe. Akça, anî ziman ku êrîş zêde dibin, lê li dijî êrîşan berxwedan û rêxistinbûna jînê jî zede dibe.

'Berxwedanê komplo pûç kir'

Endama Buroya Hiqûqa Sedsalê Prz. Ebru Gunay, diyar kir ku komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê bi berxwedana gelê kurd hat pûçkirin û berxwedana kurdan lîstika navneteweyî vala derxist. Gunay anî ziman ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan her dem bi berxwedan, parastin û sekna xwe êrîş pûç kirine. Gunay, da zanîn ku di pûçkirina komployê de rola ciwan û jinan a berxwedanê jî gelek mezin e û wiha got: "Piştî komployê kurd li herê derketin qadan. Jin û ciwan li qadan derketin kolanan û di ber xwe dan. Berxwedana kurdan bû sedem ku komplo pûç bibe. Anîna Ocalan a Îmraliyê tecrîda li dijî gelan e. Xwestin Ocalan ji gel qut bikin.

Wekîla HDP'ê ya Amedê jî Feleknas Uca 9'ê Cotmehê şermezarkir û bal kişand ser tecrîda ku didome. Uca, anî ziman ku tecrîd tenê ji aliyê Tirkiye ve nayê meşandin û destê hêza navneteweyî jî di tecrîdê de heye. Uca, da zanîn ku ji bo tecrîd bi temamî pûç bibe divê ciwan li her derê di nava têkoşîn û berxwedanê de bin. Uca, bilêv kir ku ew diçin kijan malê her ke azadiya Ocalan dixwaze. Panel bi siloganên "Bijî Serok Apo" û "Jin, jiyan, azadî" bi dawi bû.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN