DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

Guven: Dixwazin endamên eşîran bikin cerdevan û notirvan

 
7 Cotmeh
16:46 2016

COLEMÊRG (DÎHA) – Hevseroka KCD’ê Leyla Güven li Geverê di civîna gel de axivî û diyar kir ku AKP bi hin eşîrên herêmê serî li lîstikên cuda dide.

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê bi beşdariya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, endamê Kongreya Îslama Demokratîk (DÎK) Fadil Bedirhanoglu û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Selma Irmak civîna gel hat lidarxistin. Ligel endamên HDP û DBP’ê, gelek rûsipî û pêşengê navçeyê beşdarî civîna li avahiya DBP’ê pêk hat bûn. Piştî deqîqeyek rêzgirinê Hevseroka KCD’ê Guven axivî û diyar kir ku gelê kurd di merheleyek girîng derbas dibe û polîtîkayên sedsal berê niha bi awayek cuda li ser erdnîgariya Kurdistanê tê lîstin. Guven diyar kir ku êdî sînorên Rojhilata Navîn ku tên xêzkirin bêyî kurdan nabe.

Li ser eşîran lîstik tên lîstin

Guven li ser daxuyaniyên kesên xwe wek pêşengên eşîran nîşan didin jî sekinî û ev tişt gotin: “Bi destên eşîran lîstik dilîzin û dixwazin cudahî bixin nav wan. Dixwazin wan bikin cerdevan û notirvan. Dixwazin saziyên kurdan qebûl nekin û vînek nû derxin holê. Gotina ‘HDP û DBP ne vîna gelê kurd e. Em vîna gel in’ dixwazin li wan bidin gotin”

‘Rayedarên partiyên Başûr xelet hatine agahdarkirin’

Guven li ser hevdîtinên şandeya HDP’ê ya başûrê Kurdistanê demên paş de pêk anî jî rawestiya û diyar kir ku hin rayedarên AKP’ê di hevdîtinên xwe yên Başûr de “Me dixwest pirsgirêka kurd çareser bikin lê HDP’ê qebûl nekiriye’ gotine. Guven da zanîn ku şandeya wan rastiyê ji rayedarên partiyên Başûr re ragihandine û wiha axivî: “Hevalên me jî ji birêz Barzanî re nexwe gotiye HDP ji bo çarereseriyê hazir e.”

Bidawîbûna axaftina Guven, civîn bi gotubêjên li ser pirsgirêkên navçeyê berdewam kir.

(gka/sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN