DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Endama KJA'yê Zumrut hat berdan

7 Cotmeh
16:38 2016

AMED (DÎHA) - Endama Koordinasyona KJA'yê ya Amedê Zabeyde Zamrat, hat berdan.


Yekemîn rûniştina doza Endama Koordînasyona KJA'yê ya Amedê Zubeyde Zumrut ku bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" dihat darizandin, li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Polîsan berî rûniştina dozê derdorê avahiya edliyê dorpêç kirin û derdor kontrol kirin. Zubeyde Zumrut ku sirgûnî Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sincanê hatibû kirin, ji bo rûniştina dozê anîn Amedê û beşdarî rûniştinê bû. Gelek jn û nûnerên saziyên civakî tevî rûniştina dozê bûn. Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel, Endama MYK'ê ya HDP'ê Aysel Tugluk, wekîlên HDP'ê Meral Danış Beştaş û Dilek Ocalan rêveberên DBP, HDP û KJA û malbata Zumrut amade bû.

Rûniştina dozê bi tespîta nasnameyê dest pê kir. Pişti parastinê bi hinceta OHAL'ê tenê 3 parêzeran parastin kir. Zumrut parastin bi kurdî kir. Zumrut hemû îdîayên der barê xwe de red kir û wiha got: "Ez li vî bajarî siyasetê dikim. Ez rêveberê partiyek siyasî me. KJA wekî saziyek îllegal hat nîşandan. KJA komeleya zagonî û rewa ya jinan e. Ez ne endamek rêxistina dijzagonî me. Axaftina min awekî delîla sûc tê nişandan ne sûc e.

Piştî parastinê dozger dîsa xwest Zumrut girtî bê darizandin û berdewama girtinê xwest. Parêzera Zumrut Yezdan Aydin jî anî ziman ku hemû axaftina Zumrut hatiye cimbizkirin û xwest muwekila wê serbest bê berdan.

Prz. Mehmet Emin Aktar jî anî ziman ku Zumrut endamê partiyek siyasî ye û wiha got: "Ger daraz mudaxaleyî fikr û ramana siyasetmedar bigire dê siyaseta demokratik bixetime. Li şûna wê dê tundî û şer dest pê bike. Ji ber vê yekê divê rê li pêş azadiya raman û îfadeyê bê vekirin." Prz. Cihan İpek jî parastin kir û xwest Zumrut serbest bê berdan.

Piştî parastinê heyeta dadgehê der barê Zumrut de biryara berdanê da. Heyetê piştî biryara berdana Zumrut da, rûniştina dozê taloqî kanûnê kir.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN