DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

Ji jinan ji bo CPT 20 hezar îmze

 
7 Cotmeh
16:00 2016

STENBOL (DÎHA) - Di çarçoveya kampanaya "Ez xwedî li Rêberê xwe, axa xwe, azadiya xwe derdikevim" a ku ji aliyê KJA'yê ve hatibû destpêkirin 20 hezar îmzeyên hatibûn komkirin ji CPT'yê re hatin şandin.

Koordînasyona Kongreye Jinên Azad (KJA) a Stenbolê di çarçoveya kampanyaya "Ez xwedî li Rêberê xwe, axa xwe, azadiya xwe derdikevim" ku ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dabûn despêkirin ji Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) ji bo tecrîda li ser Ocalan bê rakirin nameyên bi îmze şandin.

Jinên li ber Lîseya Galatasarayê hatin gel hev, pankarta "Em komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê şermezar dikin û ji tecrîdê re dibêjin êdî bese" û "Jin xwedî li azadiya xwe, Rêberê xwe û axa xwe derdikeve û di aştiyê de bi israrin" vekirin û dirûşmên "Jin jiyan azadî", " Ji şer na aştî demildest" berz kirin.

Detpêkê parêzer Ayşe Acînîklî mafê avaftinê girt û diyar kir ku ji bo ew giranbûna tecrîda li Îmraliyê raxin berçavan hatine gel hev û komploya 9'ê Cotmehê şermezar kir. Acînîklî, bi lêv kir ku tecrîda ku li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin sûcê mirovahiyê û wiha got: "Di demên dawî de saziyên navneteweyî li hemberî tecrîdê bêdengin. Çareseriya kaosa ku hina li welat tê jiyîn diyare. Ji ber wê divê dawî li tecrîdê bê anîn û demildest dest bi hevdîtinan bên kirin."

Piştî Acînîklî, Hevberdevka HDK'ê Gulistan Koçyîgît anî ziman ku ev 18 salin ew bi tecrîda giran re rûbirû ne û wiha pêde çû: "Tecrîdê ne tenê li ser Ocalan tê meşandin di heman demê de li ser aştiyê tecrîdê didin meşandin. Jin ji bo aştiyê li Tirkiyeyê mayîn de bikin her tiştî dikin. Ger tê xwestin ev welat bibe welatekî demokrat û azad divê gav bavêjin. 20 hezar îmzeyên ku me li hemberî tecrîdê kom kirine ji CPT'yê re şandine."
Piştî axaftinan berdevka kampanayayê Besna Îşsever daxuyanî xwend. Îşsever da xuyakirin ku di şexsê Ocalan de gelek tê tecrîdkirin û wiha axivî: "Bi kampanayaya ku KJA'yê ji bo 6 mehan da dest pêkirin 20 hezar îmzeyên hatine komkirin di saetên sibê de ji CPT'yê re şandine. Dê di çarçoveya kampanyayê de xebatên me bidomin. Em wekî jin tecrîdê, darbeyê û OHAL'ê na pejirînin. Dê têkoşîna me ya demokratîk bidomînin."

Daxuyanî bi tîlîliyên dayikan û dirûşmeyan bi dawî bû.

(mb)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN