DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Cenazeyê Ataş anîn Edeneyê

 
7 Cotmeh
15:47 2016

EDENE (DÎHA) - Malbata Eylem Ataş ku di şerê li dijî DAÎŞ'ê de jiyana xwe ji dest da û pişti 101 rojan anîn Tirkiye, anîn Edeneyê.

Şervana BOG'ê Eylem Aktaş ku di hemleya Minbicê ya li dijî DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da û 101 rojin li ser sînor dihat rawestandin duh anîn Mêrdînê. Piştî malbatê cenazeyê keça xwe wergirtin anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê. Malatê piştre ji bo otopsiyê cenaze anîn Saziya Tipa Edlî ya Edeneyê. Gelek kesan li vir cenaze pêşwazî kir û siloganên "Şehit Namirin" berz kirin. Jinan darbesta cenaze danîn ser milê xwe û birin morga nexweşxaneyê. Piştî kar û barê otopsiyê dê cenazeyê Ataş bibin Cemxaneya Şakirpaşa û piştre saet di 16.30'ande li Goristana Kuçukoba bê definkirin.

(mae)




ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN