DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

'Jin piştî şer di malê de hepis kirin'

 
7 Cotmeh
15:22 2016

MÊRSÎN (DÎHA) - Prof. Dr. Ayşe Gul Yilgor, di panela "Di milê Aborî-Civakî de şer û jin" got ku jin di serdema şer de bi kedek erzan xebitîn û piştî şer jin şandin malên wan û di malê de hepis kirin.

Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB), 4'emîn Kongreya Tenduristiya Jin û Hekîmên Jin piştî nîvro bi panela "Dimilê Aborî û Civakî de şer û jin" berdewam kir. Di panelê de Prof. Dr. Nilay Etiler, li ser milê şer û aboriyê rawestiya. Di panelê de Prof. Dr. Ayşe Gul Yilgor jî bal kişand ser 3 qrîzên kapitalizmê û wiha got: "şer û aborî ketiye nava hev. Yek ji sedema şer aborî ye. Piştî şer pergala aboriyê ji nûve tê sazkirin. Piştî Yekemîn Şerê Cîhanê hêza şerê leşkerî zêde bû. Piraniya hatina dewletan li qada leşkerî tê xerçkirin. Qirîza duyemîn wekî bunalima mazin hat binav kirin. Di van salan de pere zêde hatin çapkirin. Li hemberî enflasyona mezin qîmetê pereyan nema. Di salên 1930'an de li DYA'ê qirîzek mezin pêk hat. Bi qrîzê re li cîhanê betalî zêde bû."

Li herêmê şerê nijadî dest pê kir

Yilgor, da zanîn ku bi şerê duyemîn ê cîhanê re bazirganiya navneteweyî daket û betalî jî zêde bû û wiha got: "Piştî vê serdemê DYA bû hêza sereke ya Cîhanê. Di vê serdemê de zêde dest bi hilberîna çekan kir. Di cîhanê de hilberîna girseyî û serfkirina kurevî dest pê kir. Di van serdeman de şerê nijadî jî li herêman dest pê kir.
Di cîhanê de di encama qrîzên kapitalizmê de keda jinê hat xwarin. Di 1'emîn şerê cîhanê de jin di kargerî û fabrîqeyan de bi keda erzan xebitîn. Jinan di vê serdemê de ji bo hilberîna alav û amûrên leşkerî dest bi kar kirin. Jinan di eniya paş a şer de cih girtin. Lê piştî şer xelas bû dîsa jin şandin malên wan û di malê de hepis kirin.
Piştî 2'emîn şerê Cîhanê Kapîtalîzmê dîsa bang li jinan kirin ku di eniya şer de cih bigirin. Di vê serdemê de dîsa li ser keda jinê rûniştin. Piştî ji keda jinê sûd girtin di dawiya şer de dîsa jin şandin malên wan.

Panel bi pirs û bersîvan bi dawî bû.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN