DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Ceyş El-Siwar: DAIŞ'ê topên jehrî avêt gundan

7 Cotmeh
14:27 2016

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA)- Fermandariya Giştî ya Hêzên Ceyş El-Siwar ragihand ku çeteyên DAIŞ‘ê topên jehrî davêjin gundê Um El-Qura û Um El-Hoş.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ceyş El-Siwar derbarê êrîşên çeteyên DAIŞ‘ê yên li ser gundên Herêmên Şehbayê, daxuyaniyek da. Fermandariyê di daxuyaniya xwe de ragihand ku çeteyên DAIŞ‘ê gundên Um El-Qura û Um El-Hoş ên li bakûrê Helebê bi çekên jehrî û bombeyên kilor ku li gorî qanûnên navnetewî qedexe bûn topbaran dikin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku çeteyên DAIŞ‘ê ji aliyê gundê Seyîd Elî û El-Hesbe ve êrîşan li ser gundên Um El-Qura û Um El-Hoş pêk tînin.

Her wiha hate diyarkirin ku top li cihên vala ket bê ku tê zirar çêbibin.

Çeteyên DAIŞ‘ê di 16‘ê îlonê de bi çekên kîmyeyî êrîşî gundên Um El-Hoş û Herbel kirin, di encamê de gelek sivîl bandor bûn.

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN