DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Banga 'Di 10'ê Cotmehê de li Kadikoyê kom bibin' kirin

 
7 Cotmeh
13:43 2016

STENBOL (DÎHA) - Koordinasyona Ked û Demokrasiyê bi minasebeta 1'emîn salvegera komkujiya li Enqereyê pêk hat, bang li her kesî kirin ku di 10'ê Cotmehê saet di 16.00'an de li Qada Kadikoyê kom bibin û komkujiyê şermezar bikin.


Koordînasyona Ked û Demokrasiyê ku ji KESK, DÎSK, TMMOB û Odeya Tabiban a Stenbolê pêk tê, bi minasebeta yekemîn salvegerae teqîna 10'ê Cotmehê ku li Enqereyê pêk hat, dê di 16:00'ê 10'ê Cotmehê li Qada Kadikoyê çalakî pêk bînin. Koordînasyonê têkildari çalakiya 10'ê Cotmehê li Şaxa Odeya Endezyarên Makîneyan a Stenbolê daxuyanî dan çapemeniyê. Li salona daxuyaniyê "Em komkujiya li Enqereyê ji bîr nekir, em ji bîr nakin! Em kujeran şermezar dikin" vekirin.

Sekretera TMMOB'ê ya Stenbolê Cevahir Efe Akçelik, bang li her kesî kir û xwest di 10'ê Cotmehê de saet di 16.00'an de li Qada Kadikoyê dengê xwe bilind bikin.

Rêveberê Odeya Tabîban a Stenbolê Hakan Hekimoglu jî anî ziman ku ew dê wê rojê dîsa aştî û biratiyê dengê xwe bilind bikin."

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN