Radyo Dunya ligel hemû astengiyan weşana xwe didomîne
EDENE (DÎHA) - Radyoya Dunya ku biryarnameya KHK'ê weşana wê hat rawestandin, li ser medyaya civakî ji guhdarên xwe re weşana xwe didomîne.
Radyoya Dunya ku biryarnameya KHK'ê mohr li deriyê wê hat xistin û weşana wê hat rawestandin, li ser medyaya civakî ji guhdarên xwe re weşana xwe didomîne. Bernameya bi navê "Yên ku rojê difikirin" ku ji bo girtiyên li girtîgehan tên çêkirin bi tevlîbûna malbat û endamên TUHAD-FED'ê hat çêkirin.
Bernameya ku li şûna studyoyê li mala girtiyekê hat çêkirin de, Rêvebira Giştî ya Weşana Radyo Dunyayê Medîne Gumuş diyar kir ku ev 9 salin her roja Pêncşemê ew vê bernameya xwe li dardixin û ev bername ji bo malbatên girtî û girtiyan gelek girînge.
Gumuş, bi lêv kir ku ligel hemû astengiyan ew ê hevdîtina malbat û girtiyan bidomînin. Di bermaneyê de malbatan, binpêkirinên mafan û tiştên li girtîgehan tên jiyîn vegotin.
(mb)