Xwediyê dawetê Waliyê Agiryê derewand
AGIRÎ (DÎHA) - Wekîla HDP'ê ya Agiriyê Dîrayet Taşdemîr serdegirtina polîsan a daweta ku têde stranên kurdî hatin gotin bir meclisê lê Waliyê Agiriyê diyar kir ku tiştek wiha tuneye. Li ser vê yekê xwediye dawetê bi gotinên "Em hatin binçavkirin û piştî îfadeya me hat girtin em serbest hatin berdan" walî derewand.
Li navçeya Giyadîna Agiriyê polîsan di 13'ê Tebaxê de bi ser dawetekê de girtin. Di serdegirtinê de xwediyê dawetê Engîn Keskîn, Murat Ozer û muzîsyen Cîhan Kurt hatibûn binçavkirin. Li ser vê Wekîla HDP'ê ya Agiriyê Dîrayet Taşdemîr derbarê daweta ku ji ber stranên kurdî gotiye rastî serdegirtinê hatiye de ji bo Waliyê Agiriyê Musa Işin bi bersivîne pêşniyarname pêşkêşî meclisê kir. Işil bersiv da Taşdemîr û diyar kir ku serdegirtina dawetê pêk ne hatiye.
Xwediyê dawetê Engîn Keskîn ku di 13'ê Tebaxê de hatibû binçavkirin waliyê Agiriyê derewand. Keskîn diyar kir ku piştî di dawetê de stranên kurdî hatin lêxistin, polîsan bi hinceta 'îxbar heye' bi ser dawetê de girtin û wiha got: "Ez, birayê bûkê Murat Ozer û muzîsyen Cîhan Kurt hatin binçavkirin û ji bo îfadeya me bigirin em birin qereqolê. Cara yekemîne ku em bi pêkanînek wiha re rûbirû dimînin. Şevê em binçavkirin û piştî îfadeyên me girtin em serbest berdan."
Pêşniyarnameya ku Taşdemîr ji bo bibersivîne ji Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu re şand wiha ye:
* Di demên dawî de tên dîtin ku kurdî hedef tê girtin. Piştî qeymeqam Mekan Çevîren wekî qeyûm tayînî şaredariya Giyadîna Agiriyê hat kirin tabeleya kurdî ya şaredariyê aniye xwar, hunermendên ku di dawetan de stranên kurdî dibêjin tên binçavkirin.
* Piştî tabeleya kurdî anîn xwarê wekî wezîrekê we got 'kurdî zimanê me ye jî' ji bo ev binpêkirinên mafan bi dawî bibin ji aliyê wezareta we ve xebatek hatiye destpêkirin an jî we fermanek daye?
* Li hemberî rayedarên ku li pêşiya welatiyên Agiriyê ku zimanê wan ê dayîkê kurdiye dibin asteng we di aliyê hiqûqî de xebatek daye destpê kirin?
(mb)