DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

Wekîlê HDP'î Onlu: Duh înkar dikirin îro pêk tînin

 
7 Cotmeh
13:03 2016

ENQERE (DÎHA) - Wekîlê HDP'ê yê Dersimê Alican Onlu, bi boneya pêkanînên têkildarî "Planên Çalakiyên Rizandinê" ku hikûmetê digot "planek wisa nehatiye amadekirin" bê bersivandin, pêşniyarname da meclîsê. Onlu, di pêşniyarnameyê de diyar kir ku ew planên ku we înkar dikirin yek bi yek dikevin meriyetê.

Wekîlê HDP'ê yê Dersimê Alican Onlu, tekildarî pêkanînên "Planên Çalakiyên Rizandinê" ku hikûmetê digot "planek wisa nehatiye amadekirin" pêşniyarname da meclîsê û xwest ev pêşniyarname ji aliyê Serokwezîr Binali Yildirim ve bê bersîvandin. Onlu, ji bo rastî ronî bibe ji nûve pêşniyarnameyê da Serokwezîr Yildirim û destnîşan kir ku ew planên ku wan înkar dikirin yek bi yek dikevin meriyetê.

Onlu, di pirsnameyê de diyar kir ku di 29'ê Çileya 2916'an de bi daxwaza Serokwezîr Ahmet Davutoglu bibersivîne pirsname dabû û di 15'ê Hezîrana 2016'an de Wezareta Karên Hundir bersîva "Wekî Musteşariya Ewlehiyê û Duzena Cemaweriyê Plana Çalakiyê nehatiye amadekirin." Onlu daz anîn ku ew plana çalakiyê ku wê demê înkar dikirin yek bi yek dikeve meriyetê û wiha got:

"Plana têkçûn û hilweşînê di 16'ê Tebaxa 2015'an de dest pê kir û li Cizîr, Sûr, Silopiya, Kerboran, Farqîn, Gever, Nisêbînê yek bki yek ket meriyetê. Êrîş û bêdengkirina çapemeniya muxalif jî di çarçoveya vê planê de pêk tê. Îlana OHAL'ê ku piştî pêkanînên 15ê Îlonê jî girêdayî vê planê ye. Bi biryarên KHK'ê qanalên televîzyonên ÎMC, Azadî, Denge, Hayatın Sesî, Jiyan, TV 10, Zarok, yên dibin dengê ên din û dengê elewiyan hatin girtin. Weşanên wan di 28'ê Îlonê de ji aliyê TURKSAT'ê ve hatin qutkirin.

Di 29'ê Îlonê de bi biryara hikûmetê Med Nûce ku li Fransayê li ser Eutelsatê weşanê dike weşana wê hat qutkirin. Eutelsatê diyar kirin ku wan li ser biryara RTUK'ê Med Nûce girtine."

Onlu, ev pirs ji Yildirim pirsîn:

"* Di plana Çalakiyên Hilweşandinê de tê gotin "Divê bi lezgîn Med Nuçe, Sterk TV, Newroz TV, Ronahî TV, MMC TV, DÎHA, Ozgur Gun TV, ÎMC TV, rojnameya Ozgur Gundem bên ekartekirin. Piştî vê planê îro Med Nuçe, ÎMC TV, Ozgur Gundem hatin girtin. Ev tesadifî ye?"

* Li gorî daxuyaniya Eutelsatê tê gotin ku Med Nuçe bi biryara RTUK'ê girtine. RTUK'ê ji bo gitina Med Nûçe tiştekî wisa ji Eutelsatê xwestiye?.
* Tirkiye bi Eutelsatê re li ser kişan xizmetê îhale kiriye. Komara Tirkiye li hemberî girtina Med TV, Medya TV, Roj TV, Nuçe TV û Med Nuçe kijan îhale û peyman bi dewletên Îngîlistan, Fransa, Almanya, Danimarka, Rusya û DYA re kiriye?

* Bi tundî û pêkitiyên li ser gelê kurd, elewî, kesên çep û sosyalîst, demokrat û kesên muhalif çi têxwestin.?

* Zewt û êrîşên li ser çapemeniya muxalif perçeyê operasyona li dijî hêzên muxalif û sosyalîst in?"

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN