DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Li Tarsus û Mereşê 3 kes hatin binçavkirin

7 Cotmeh
13:00 2016

MERSÎN ( DÎHA) - Li Tarsusê 2 kes, li Mereşê jî kesek hatin binçavkirin.

Li navçeya Tarsusê ya Mêrsînê polîsan bi ser du malên li taxa Şahîn de girtin û wilatiyên bi navê Îsmaîl Başakçi û Ferhat Îldenîz hatin binçavkirin. Sedema binçavkirinan nehat hînbûn û herdu kes birin Midûriyeta Polîsan a Tarsusê.

Li Mereşê jî Mehmet Şefîk Çoban ê çûbû hevdîtina xizmê xwe yê li Girtîgena Tîpa E ya Elbîstanê piştî hevdîtinê hat binçavkirin. Çobanê hate binçavkirin ji bo îfadeyê birin Midûriyeta Polîsan a Elbîstanê. Sedema binçavkirina Çoban nehat hînbûn.

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN