Hevserokê DBP'ê Kamuran Yuksek hat berdan - DEQEYA DAWÎ

AMED (DÎHA) - Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek di yekemin rûniştina dozê ya li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê de hat berdan. Yuksek 6 meh berê ji ber daxuyanî dabû çapemeniyê hatibû girtin û li Girtîgeha Tipa F a Kurkçuler a Edeneyê dihat girtin.
Rûniştina doza Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamûran Yuksek ku ji ber daxuyaniyên xwe hat girtin û 6 mehin li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulera Edeneyê girtî ye li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê dest pê kir. Li der û dorê edliyê tedbîrên mezin hatin stendin. Yuksek û parêzerên Yuksek beşdarî rûniştinê bûn. Dîsa gelek kesên din beşdarî rûniştinê bûn. Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel, wekîlên HDP'ê Nursel Aydoğan, Feleknas Uca, Meral Daniş Beştaş, Ertugrul Kurkçu, Ferhat Encu, Dilek Ocalan, Wekîlê Îngîlîstanê Kate Osamar, Serokê sendîkaya herî mezin a Îngîlîstanê Unit Simon Dubbins, Hevşaredarê Sêrtê Tuncer Bakırhan û rêveberên DBP, HDP û KJA'yê amade bûn.
Kamuran Yuksek di rûniştina yekemîn de hat berdan.
(mae)