Rûniştina Hevserokê DBP'ê Yuksek dest pê kir
AMED (DÎHA) - Rûniştina doza Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek ku girtî tê darizandin li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê dest pê kir.
Rûniştina doza Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamûran Yuksek ku ji ber daxuyaniyên xwe hat girtin û 6 mehin li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulera Edeneyê girtî ye li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê dest pê kir. Li der û dorê edliyê tedbîrên mezin hatin stendin. Yuksek û parêzerên Yuksek beşdarî rûniştinê bûn. Dîsa gelek kesên din beşdarî rûniştinê bûn. Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel, wekîlên HDP'ê Nursel Aydoğan, Feleknas Uca, Meral Daniş Beştaş, Ertugrul Kurkçu, Ferhat Encu, Dilek Ocalan, Wekîlê Îngîlîstanê Kate Osamar, Serokê sendîkaya herî mezin a Îngîlîstanê Unit Simon Dubbins, Hevşaredarê Sêrtê Tuncer Bakırhan û rêveberên DBP, HDP û KJA'yê amade bûn.
li salonê ji ber tevlêbûna zêde cih nema. Heyeta dadgehê bi hinceta OHAL'ê destûr neda ku hemû parêzer parastinê bikin. Heyetê xwest tenê 3 parêzer parastinê bikin.
Rûniştin didome.
(mae)