Kulter: Ez bi saya têkoşîna gel xilas bûm - FLASH
NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA)- Rêveberê DBP'ê yê Şirnexê Hurşît Kulter ê ku bi mehan e jê agahî nedihat girtin, diyar kir ku ew bi saya têkoşîna gel ji destê tîmên taybet ên xwestin wî înfaz bikin xilas bûye û hatiye bajarê Kerkûkê yê başûrê Kurdistanê.
Rêveberê DBP'ê yê Şirnexê Hurşît Kulter ê ku ji 27'ê gulanê heta niha jê agahî nedihat wergirtin û ji bo wî bi mehan e bi slogana "Hurşît Kulter li kû ye" kampanya hat destpêkirin li Kerkukê derket holê û tiştên ku jiyaye bi raya giştî re parve kir.
Kulter di destpêka daxuyaniya xwe de spasiyên xwe li hemû kesên ku ji bo wî têkoşîn meşandine kir û wiha got: "Ji ber ku evqas dereng vî daxuyaniyê didim ez lêborîna xwe ji hemû kesan dixwazim. Lê bila bê zanîn ku cara yekem e ku ez derfetekî wisa dibînim. Ji ber ku şertên ewlehiyê yên ez di nav de bûn destur nedida ku daxuyaniyekî bi vî rengî bidim."
'Di 27'ê gulanê de hatim binçavkirin'
Kulter da zanîn ku li Şirnexê dema berxwedana xwerêveberiyê de di 27'ê gulanê de hatiye binçavkirin, nêzî 13 rojan di bin çavan de maye û wiha berdewam kir: "13 rojan li jêrzemîna avahiyekî de girtin. îşkenceyên fîzîkî û psîkolojîk li min kirin. Lê bênavber sîxurî li ser min ferz dikirin. Dixwazin ku ez derkevim û li dijî berxwedanên xwerêveberiyê daxuyaniyê bidim. Bi taybetî tîmên taybet ên polîs ev yek kirin û polîsên ku li cem min bûn her tim digotin em ê înfaz bikin. Carna di navbera xwe de digotin tiştên ku em dixwazin ji vî bigirin û piştre bikujin. Min ev axaftinên wan dibihîst."
'Heke ne ji têkoşîna gel bûye dê min bikuştana'
Kulter bilêv kir ku ji ber ku nerazîbûnên gel zêde bû ew nekuştine û ev agahî da: "Di axaftinên navbera xwe de digotin 'niha hinekî bûye rojev, em hinekî bisekinin, renazîbûn dê piştî demeke kêm bin wê demê em ê bikujin. Min ev axaftinên wan dibihîst."
Hûrşît Kulter ragihand ku dema ji jêrzemînê ew derxistina qatê jor ê avahiyê, li riyên revê geriyaye û dema firsend dîtiye jî reviyaye, wiha dewam kir: “Piştî ji avahiyê derketim ferq kirin ku reviyame. Xwestin ji pişt ve li min bidin an jî bigirin. Lê, ez revîm. Min xwe di nav bajêr de veşart. Min xwest xwe bigihînim malbat an jî çapemeniyê, lê derfet nebûn. Nêzî 40-45 rojan min xwe di malên valabûyî de veşart. Piştre rastî berxwedêrên bajêr hatim û ji bajêr derketim. Piştî derketim jî bi alîkariya hinan, nêzî 2 mehan min xwe gihand vir. Ji bo ewlehiya kesên ku alîkariya min kirine, naxwazim agahiyên wan parve bikim. Piştî hatim vir jî min ji ti kesî re nasnameya xwe negot. Piştî min ewlehiya xwe saxlem kir, daxuyaniya çapemeniyê didim.”
Kulter, spasiyên xwe ji bo gel, sazî û dezgehên neteweyî û navneteweyî yên ji bo wî têkoşiyaye ragihand û wiha pê de çû: “Di serî de Dayikên Şemiyê, Dayikên Aştiyê û ji bo her kesên ku têkîldarî aqûbeta min têkoşiyane spasiyên xwe radigihînim.” Eger îro sax bim, teqez bi saya van têkoşeran e.”
'Ez ê têkoşîna xwe bidomînim'
Kulter destnîşan kir ku wek heta niha wê ji îro û şûn de jî têkoşîna xwe bidomîne, diyar kir ku ji ber wek pêdiviyek exlaqî pêwîstî bi daxuyaniyekê ditiye, wê piştre jî dema pêwîst bû agahiyên hê berfirehtir bide.
(sa)
07.10.2016 - 10:54:19