DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Tendurek bi saetan hat bombebarankirin

7 Cotmeh
10:57 2016

AGIRÎ (DÎHA) - Herêmên Kela Şehîd, Zozanên Kanîspiyê, Girê Şehîd û Gola Pelexê yên Tendurekê ya Agiriyê ji aliyê balefiran ve bi saetan hat bombebarankirin. Çavkaniyên herêmî jî îdîa kirn ku balefiran bi çekên kîmyewî herêm bombebaran kirine.

Çiyayê Tendurekê yê di navabera navçeyên Giyandin û Bazîd ên Agiriyê û Ebexa Wanê de cih digire ji aliyê balefiran ve şevê din hat bombebarankirin. Piştî tevgera balefiran a duh saet di 13.00'an de destpê kir şevê din Herêmên Kela Şehîd, Zozanên Kanîspiyê, Girê Şehîd û Gola Pelexê yên Tendurekê ji aliyê balefiran ve hat bombebarankirin.

Di dema bombebaranê de riyên gundan ên li herêma Kurtika ya li ser riya Tendurekê ye ji hatin û çûyînê re hat girtin. Welatiyên li gundên nêzî Tendurekê dijîn îdîa kirn ku balefiran bi çekên kîmyewî herêm bombebaran kirine. Welatiyan da zanîn ku di encama bombebaranê de agir bi daristanan ketiye, cerdevanekî berê û 3 leşkeran mirine.

Bombebaran heta serê sibê berdewam kir.

(mb)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN