DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Qeyûm hat xizmet çû

 
7 Cotmeh
10:40 2016

WAN (DÎHA) - Li navçeyên Rêya Armûşê, Qelqelî, Erdîş, Artemêt yên Wanê piştî qeyûm tayînî şaredariyên DBP'ê hatin kirin xizmeta paqijiyê bi dawî bû. Welatiyan pertek nîşan dan û gotin "Qeyûm hat xizmeta paqijiyê çû."

Li navçeya Artemêtê ya Wanê piştî qeyûm tayînî Şardariya Artemêt a BDP'î hat kirin, li herêma TOKÎ ya Artemêtê xizmeta paqijiyê hat rawestandin. Li taxa TOKÎ ji ber xizmeta paqijiyê nayê kirin, çop li der dorê kom bûne û bêhna genî belav dibe. Welatiyên di kolanê re derbas dibin ji ber çop û bêhna genî gelek bêzar in. Welatiyan bertek nîşanî qeyûmê dan û diyar kirin ku qeyûm hat paqijî çû. Welatiyan anîn ziman ku piştî qeyûm tayînî Şaredariya Artemêtê kirin çopên li kolan û dora rêyan bûne nayên paqijkirin.

(era/mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN