DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Lojman vala ne, lê erdhejzede di konteyniran de dijîn

 
7 Cotmeh
10:33 2016

WAN (DÎHA) - Mexdûrên erdheja Wanêya 2011'ê ku hêj di konteyniran de dijîn, li gel lojmanên tenişta wan ên ji bo dozger û dadgeran hatine çêkirin 3 salin vala ne jî, wan li van lojmanan bi cih nakin. Mexdûrên erdhejê xwestin ku derbasî van lojmanan bibin û zivistana xwe li vir derbas bikin.

Li Wanê piştî di sala 2011'an de erdhej pêk hat bi hezaran xanî xera bûn û bi deh hezaran welatî man li derve. Bi hezaran welatî di konteyniran de bi cih bûn. Welatiyên ku 5 salin di konteyniran de dijîn ji hemû mafê jiyanê bê parin. Li taxa Suphanê ya Artemêta Wanê hêj bi hezaran welatî di konteyniran de dijin. Li tenişta van konteyniran, li heman taxê lojmanên dozger û dadger ku ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve 3 milyon û 420 hezar TL pere lê hat xerçkirin hatine avakirin. Lojmanên dozger û dadgeran ji 4 blok û 130 daîreyan pêk tên. Ev lojman û daîreyên dozger û dadgeran di 2014'an de înşaeta wan bi dawî bûn. Li gel ku ev lojmanên dozger û dadgeran 2 sal berê ketin meriyetê bi hinceta "ewlehiyê" 2 salin vala ne.

Lojman vala ne lê mexdûrên erdhejê li konteyniran de ne

Malbatên li Konteynirên Bajarê Anadolu de dijîn, 5 salin di nava şert û mercên xerab de di konteyniran de dijîn. Hin welatî li taxên cuda bi cih bûn, lê gelek welatî jî ji ber cih û warên wan tune neçarin di konteyniran de bijîn. 18 malbatên mexdûrên erdhejê ku li konteyniran dijîn xwestin ku derbasî daîre û lojmanên vala yên ji bo dozger û dadgeran çêbûne bibin. Malbatan diyar kirin ku ger dozger û dadger li vir bi cih nabin bila destûr bidin ku ew bi cih bibin û zivistana xwe li wir derbas bikin.

Mexdûra Erdhejê Nuriye Orak, diyar kir ku 5 salin di şertên dijwar de têdikoşin û êdî naxwazin zivistanek din di nava şert û mercên dijwar de derbas bikin û wiha got: "Dîsa zivistan tê. Şert û mercên zivistanê di konteyniran de pir zor û zahmet e. Em êdî nikarin li vir bijîn. Em zivistanan li vir ji ser ma diqerizin, lê lojmanên bi milyonan tl hatine çêkirin li vir vala vala disekinin. Ger ku dozger û dadger nayên vir bila bihêlin em li vir bicin bibin.


Welatiyê 60 salî Adilşah Demirhan jî bertek nîşan da û xwest li van lojmanên vala bi cih bibin û zivistana xwe li vir derbas bikin.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN