Li Tabura Garê teqîn
COLEMÊRG (DÎHA) – Li Tabûra Garê ya Şemzînanê ji ber teqîna pêk hat 2 jê giran bi giştî 3 leşker birîndar bûn.
Li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê di wargera leşkerî ya girêdayî Tabûra Garê serê sibê teqînek pêk hat û di teqînê de 3 leşker birîndar bûn. Hat îdiakirin ku teqîn dema leşkeran bi mazotê sobe pêdixistin pêk hatiye. Leşkerên birîndar bi ambûlansan rakirin nexweşxaneya navçeyê û hat zanîn ku rewşa 2 leşkeran giran e.
(gka)