Baroya Amedê Serokê xwe hildibijêre
AMED (DÎHA) - Baroya Amedê, piştî serokê wan Tahir Elçî li Sûrê hat qetilkirin û şûnde di 9'ê Cotmehê de hilbijartina Serokê Baroyê pêk tînin. Baro dê di hibijartinê de serokê xwe diyar bikin.
Baroya Amedê ji bo serokê xwe hilbijêrin dê di 9'ê Cotmehê de hilbijartina Serokê Baroyê û rêveberiya nû pêk bînin. Baroya Amedê ku li Kurdistanê herî zêde xwedî parêzer û endam in, di 28'ê Mijdara 2015'an de li Sûrê ji aliyê polîsan ve hatibû qetilkirin. Piştî Serokê Baroya Amedê Tahîl Elçî salek berê hat qetilkirin, Baroya Amedê bi cîgirên Serok xwe bi rêve bir. Baroya Amedê ku bi xebat, lêkolîn û dozên li Ewropa vekirine tê nasîn û derdikeve pêş, ji bo serok û rêveberiya xwe ya nû diyar bike, di 8-9'ê Cotmehê de hilbijartinê pêk tînin.
45'emîn Lijneya Rêveberiya Amedê dê diyarî Rêveberê Baroya Amedê Prz. Onder Ungur bikin. Kongre dê di 8-9'ê cotmehêde li Navenda Çandê ya Cegerxwîn pêk bê. Baro dê ji bo Elçî û Ungur bernameya bîranînê pêk bînin. Parêzer dê der barê xebatên baro yên 2 salan de agahî bidin. Ji bo serokê Baroya Amedê, rêveberiya baroya Amedê û delegeyên Yekîtiya Baroyên Tirkiye dê endam bên hilbijartin. Dê hilbijartin di nava 1015 endamên paroyê yên parêzer de pêk bên.
Hilbijartina Serokê Baroya Amedê dê dinavbera namzet Prz. Ahmet Ozmen û Pz. Mesut Beştaş de pêk bê.
(mae)