DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Cenazeyê Ataş ber bi Edeneyê ve derxistin rê

 
7 Cotmeh
10:09 2016

MÊRDÎN (DÎHA) - Malbata Eylem Aktaş cenazeyê keça xwe ku piştî 101 rojan ji sînor girtin ji bo definkirinê ber bi Edeneyê ve derxistin rê.

Şervana BOG'ê Eylem Aktaş ku di hemleya Minbicê ya li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da û ev 101 rojbûn cenazeyê wê li ser sînor dihat rawestandin ji aliyê malbatê ve hat girin. Piştî malbatê cenazeyê keça xwe wergirtin anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê. Malbata ku nexweş otopsiya cenaze bê kirin piştî hevdîtinên bi dozger re ji bo definkirinê ber bi Edeneyê ve derexistin rê. Jinan cenazeyê Aktaş rakirin û li wesayîtê siwar kirin.

Bavê Aktaş Mehmet Aktaş ku piştî mehan cenazeyê keça xwe wergirti diyar kir ku wan dît ku dewlet ji cenazeyê Eylem jî ditirse û wiha got: "Em ji bo layîqî wan bibin jiyana xwe didin domandin. Em ê hesap bipirsin û em ê bi riyên hiqûqî li mafê xwe bigerin."

Dê otopsiya cenaze li Saziya Tipa Edlî ya Edeneyê bê kirin.

(mb)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN